Li Amedê li OSB’ê teqîn çêbû: Kesek mir 4 kes birîndar bûn 2022-11-12 12:13:34   AMED - Li OSB’ê di kargehekê de teqîn çêbû, karkerekî sûriyeyî jiyana xwe ji dest da, 4 karker jî birîndar bûn.    Li Amedê li kargeheke li Herêma Senayiyê ya Organîzeyê (OSB) ji ber sedemeke ne diyar teqîn çêbû. Li ser agahdarkirinê gelek tîmên tenduristiyê û agirkuj sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê 5 karkerên birîndar bûn birin nexweşxaneyê. Karker Elyas Alalî ku bi awayekî giran birîndarbûyî rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. hate hînbûn ku Alalî penaberekî sûriyeyî ye. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.