Derbarê şofêrê qezaya Dîlokê de doz hat vekirin 2022-11-12 10:42:03   DÎLOK - Derbarê şofêr Abdulkadîr M. ê ku bû sedema mirina 2 jê rojnamevan 16 kesên di qezaya trafîkê ya li Dîlokê qewimî de ji tawanbariya “bûye sedemê mirina ji kesek zêdetîr a biqisûr” bi daxwaza heta 22 sal û nîvan cezayê hefsê doz hat vekirin.    Di 20’ê tebaxê de li ser rêya Dîlok û Rihayê otobusek li yên ku tevdîrê qezayek qewimî bû digirtin qelibîbû û 2 jê rojnamevan 16 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Serdozgeriya Komarê ya Navçeya Nîzîpê derbarê bûyerê de lêpirsîn dabû destpêkirin. Lêpirsîn bi dawÎ bû û derbarê bûyerê de dozname hat amadekirinn. Derbarê şofêr Abdulkadîr M. ê girtî de ji tawanbariya “bûye sedemê mirina ji kesek zêdetîr a biqisûr û birîndariyê” doz hat vekirin. Di doznameyê de ji şofêr re heta 22 sal û nîvan cezayê hefsê tê xwestin. Doznameya ji aliye Serdozgeriya Nîzîpê ve hat amadekirin, ji hêla Dadgeha Cezayê Giran a Nîzîpê ve hat pejirandin.    Di doznameyê de hûrguliyên qezayê, raporên heyeta pispor û îfadeyên şahidan cih digirin. Di doznameyê de hatiye xwestin ku şofêr were cezakirin.