Sancar: Dê Çapemeniya Azad serî netewîne 2022-11-11 19:02:46   MÊRDÎN - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, li Nisêbînê serdana esnafan kir. Sancar, piştî serdana esnafan, çû ser gora Apê Mûsa û got: "Ên niha dane ser rêya wî jî dê tu carî serî netewînin. Bila her kes baş zanibe ku dê Çapemeniya Azad ruhê Mûsa Anter bide jiyandin."    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, di roja duduyan a li Mêrdînê de çû navçeya Nisêbînê. Bername danê sibehê dest pê kir. Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, parlementerên HDP'ê Tulay Hatîmogûllari, Pero Dundar û Îmam Taşçier jî hevrêtî bi Sancar re kirin. Sancar û heyeta pê re ewilî çûn Nisêbînê. Sancar ku bi çepik û tilîliyan hat pêşwazîkirin, serdana esnafan kir. Esnafan çay û qahwe îkramî Sancar kirin. Paşê Sancar guh li derdên esnafên Sûka Qaçaxçiyan kir.    Sancar piştî serdana esnafan û gel, li kuçeyên Nisêbînê geriya ku dibêje li van kuçeyan kurdî fêr bûye. Sancar bi dû re çû Gara Trênê ya Nisêbînê û li vir hin lêkolîn kirin. Piştî Garê Sancar çû Dêra Mor Yaqûbê û li vir der barê xebata kolandinê de agahî wergirtin. Sancar, piştî dêrê çû Tirbeya Zeynelabidîn û herî dawî jî çû gundê Sitîlîlê.   ‘ÇAPEMENIYA AZAD SERÎ NATEWÎNE'    Sancar li vir ewilî çû ser gora zanayê kurd Apê Mûsa (Mûsa Anter) û li ser gorê axivî. Sancar bal kişand ser zextên li ser Çapemeniya Azad û got: "Hoste û pîrê kevneşopiya Çapemeniya Azad Apê Mûsa ye. Umrê xwe di vê rûyê de daye. Ên niha dane ser rêya wî jî dê tu carî serî netewînin. Bila her kes baş zanibe ku dê Çapemeniya Azad ruhê Mûsa Anter bide jiyandin. Bi vê munasebetê em careke din Apê Mûsa bibîr tînin. Ji vir silav ji bo hemû rojnamevanên ji kevneşopiya Çapemeniya Azad ên di girtîgehan de ne. Em ji warê Apê Mûsa silavan ji wan re dişînin."   Paşê Sancar bi gundiyan re rûnişt û li vir dawî li bernameya xwe ya îro anî.