Li Kozagaçli û Tîmtîk 12 sal cezayê hefsê hate birîn 2022-11-11 17:13:23   STENBOL - Di doza ku parêzerên ÇHD’ê û HHB’ê jê tên darizandin de biryar hate dayîn. Li Selçûk Kozagaçli û Barkin Tîmtîk 12 sal cezayê hefsê hate birîn û biryara berdewama girtina wan hate dayîn.    Danişîna biryarê ya doza Serokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Barkin Tîmtîk û Oya Aslan jî di nav de parêzerên ÇHD’ê û Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) jê tên darizandin li 18’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li hemberî Girtîgeha Sîlîvriyê hate lidarxistin. Şandeya dadgehê aşkere kir ku wê 5 parazvanan guhdar neke, hemû parêzer wê weke ku parastin kiribên bên hesabkirin û gotinên dawî wê bên wergirtin. Danişîn 15 deqîqeyan navber danê.   LI KOZAGAÇLI Û TÎMTÎK 12 SAL CEZA HATE BIRÎN   Piştî navberê parêzeran îtîraz kir. Îtîraz hate qebûlkirin û cendermeyên li eywanê hatin derxistin. Dû re parêzeran parastin kirin. Dadgeha piştî parastina parêzeran biryar da, ji Guray Dag, Efkan Bolaç, Serhan Arikanoglû, Sevgî Ozer Sonmez û Gulbîn Aydin re ji “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 hem cezayê hefsê birî. Dadgehê her wiha ji “propagandaya rêxistinê” jî ceza li Aydin birî û ceza taloq kir. Dadgehê li Nazan Betul Vangolu Kozagaçli û Guçlu Sevîmlî ji “endamtiya rêxistinê” 6 sal 3 meh, li Oya Aslanê ji heman sûcdariyê 10 sal û 6 meh cezayê hefsê birî û biryara berdewama girtina wan da. Dadgehê li Selçûk Kozagaçli û Barkin Tîmtîk ji “endamtiya rêxistinê” 12 sal cezayê hefsê birî û biryara berdewama girtina wan da.    BERTEK NÎŞANÎ BIRYARÊ DA: EM Ê SERBIKEVIN   Parêzer Halîme Şendîl Bîlgîn a li ber girtîgehê axivî, bi lêv kir ku di dosyayê de tu delîl tune ne û wiha got: “Me bi vê biryarê winda nekir. Kesên dawiyê qezenç bikin dê bibin em. Bêyî ku delîl hebin ceza dan. Ev jî nîşan dide ku daraz bûye amûrê desthilatê. Me beriya niha jî gotibû. Li vî welatî êdî daraz û desthilat nemaye. Ev şer li vir xelas nebû wê xelas nebe jî. Heta ku em serbikevin wê berdewam bike.”