Li Enqereyê 5 efxanî bi awayekî hovane hatine qetilkirin 2022-11-11 13:49:20   ENQERE - Hat destnîşankirin ku 5 kesên efganî yên li malekê li navçeya Altindagê rûdiniştin bi amûrên bibirê, bi awayekî hovane hatine qetilkirin.    Li taxa Ornek a navçeya Altindag a Enqereyê duh bi şev di malekê de cenazeyên 5 efxanên ku 4 roj berê hatine qetilkirin hatin dîtin. Bi agahîdarkirina derdorê tîmên polîsan hatin cihê bûyerê. Polisan têketin û derketina taxê girtin û hat zanîn ku bi hinceta ewlehiyê duh bi şev di saet 19.00’an de li taxê dikan û xwaringehên penaberan hatine girtin.    DAXUYANIYA WALÎTIYÊ   Walîtiya Enqereyê têkildarî bûyerê got ku 5 penaber bi amûrên bibirê hatine qetilkirin. Lê belê li gorî agihên ji şêniyên taxê hatine girtin penaber bi awayekî hovana hatine qetilkirin.    Şêniyekî taxê destnîşan kir ku wî cenazeyê penaberan dîtiye û anî ziman ku serê penaberan ji laşê wan hatibûn jêkirin.   Li aliyê din hat zanîn ku 4 penaber çend roj berê ji bo ku paş ve vegerin serlêdan kiribûn.