Di Doza Anter de biryara bihincet: Qanûna leha bersûcan esas hat girtin 2022-11-11 13:26:06   ENQERE - Hat destnîşankirin ku di hinceta biryara demborînê ya Doza Mûsa Anter de qanûna leha bersûcan esas hatiye girtin.    6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê, di danişîna 21’ê îlonê ya Doza Mûsa Anter de hinceta biryara demborînê ragihand. Di biryara bihincet de hat destnîşankirin ku zanyarê kurd Mûsa Anter di 20’ê îlona 1992’yan de hatiye qetilkirin û ev doz bi Doza Sereke ya JÎTEM’ê û Doza Ayten Ozturk re kirine yek doz ku di sala 1993’yan de ji hêla Mahmût Yildirim ê bi nasnav “Yeşîl” ve hatibû qetilkirin.    ‘SEDEMÊN GIRAN’ PAŞGUH KIRIN   Dadgehê destnîşan kir ku tevahiya delîlên di dosyayê de hatine lêkolînkirin û nirxandin. Di biryarê de aliyên sûc ên ku cezayê ji bo sûc girantir dikin hatin paşguhkirin û sererastkirinên qanûnî yên têkildarî demborînê hatin rêzkirin. Dadgehê, got ku xalên 102’emîn û 104/2’an ku Qanûna Cezayê ya Hejmar 765 a demborînê sereraset dike, hatine lêkolînkirin. Di biryarê de ji bo qetilkirina Mûsa Anter û Ayten Ozturk pêvajoya demborînê ya asayî weke 20 sal û ji bo dema dirêjkirî ya demborînê jî 30 sal hatin destnîşankirin. Her wiha di biryarê de ji bo dosyaya sereke (Mûsa Anter) hat gotin ku ji bo sûcê “Gel ji bo serhildan û hevkuştinê sor kiriye” 15 sal dema demborînê hatiye destnîşankirin, ji bo dema dirêjkirî ya demborînê 22,5 sal hatiye diyarkirin. Di dosyaya yekkirî de jî ji bo sûcê bersûcan ê “Kes ji azadiya xwe bêpar hiştiye” jî dema demborînê ya asayî weke 10 sal û ya dema dirêjkirî ya demborînê jî 15 sal hat destnîşankirin.    BIRYARA LI LEHA BERSÛCAN!   Her wiha di biryarê de hat destnîşankirin ku dema her du qanûnan didin berhev, li gorî Qanûna Cezayan a bi Hejmar 765’an, dema demborînê kintir e û qanûna berê di dozên demborînê de bêhtir leha bersûcan e. Dadgehê bi vê sedemê xwest ku qanûna ku bi leha bersûcan esas bê girtin. Di biryarê de hat gotin ku Anter di 20’ê îlona 1992’yan de û Ayten Ozturk jî di 8’ê tebaxa 1992’yan de hatiye qetilkirin û ji bo her duyan jî dema demborînê ya 30 salan derbas bûye.    DOZÊN CEMAWERIYÊ HATIN BETALKIRIN   Bi domdarî dadgehê di biryarê de destnîşan kir ku dema demborînê ya 22,5 salan ku ji ber sûcê “Gel ji bo serhildan û hevkuştinê sor kiriye” hatibû diyarkirin derbas bûye û di 20’ê adara 2015’an de ketiye ber demboriyê. Di biryarê de dadgehê got ku dema demborînê ya 15 salan ku ji bo sûcê “kes ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin” hatibû diyarkirin jî di 8’ê tebaxa 2007’an de bi dawî bûye. Hat diyarkirin ku dozên ji ber her du tawanbariyan hatine vekirin, ji ber ku ketine ber demborînê, biryar hatiye dayîn ku yek bi yek bên betalkirin.    MÛSA ANTER   Di berdewamê de dadgehê di biryarê de destnîşan kir ku dozên cemaweriyê yên derheqê Mahmût Yildirim, Azîz Tûran (Abdulkadîr Aygan), Savaş Gevrekçî û Hamît Yildirim de ku ji ber qetilkirina Mûsa Anter û bi sedema “bi plankirî û qesdî kuştine” hatibû vekirin, ji ber biryara demborînê yek bi yek hatine betalkirin. Her wiha dozên ji ber Orhan Mîroglû hatin vekirin jî yek bi yek hatin betalkirin. Dadgehê, dozên cemaweriyê yên ji ber qetilkirina Ayten Ozturk derheqê Azîz Turan, Mahmût Yildirim û Mesût Mehmetoglû de hatibûn vekirin jî bi heman sedeman yek bi yek betal kir.    BIRYARA CUDAKIRINA DOSYAYÊ   Dadgehê biryar da ku doza derheqê bersûc Ahmet Turan Altayli (Alî Ozansoy), Huseyîn Eren (Huseyîn Tîlkî), Azîz Turan (Abdulkadîr Aygan), Hayrettîn Toka, Firat Can Eren (Fethî Çetîn), Îbrahîm Babat (Haci Hasan), Adil Tîmurtaş, Mehmet Zahîr Karadenîz, Lukman Gunduz, Faysal Şanli, Mahmut Yildirim, Muhsîn Gul, Fethî Çetîn, Kemal Emluk (Erhan Berak), Yuksel Ugur û Saniye Emluk (Emel Berak) de ku li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hatibû vekirin û piştre bi Doza Mûsa Anter re kiribûn yek dosya, ji dosyayê bê cudakirin û pêvajoya darizandinê bidome.    DÊ DELÎLÊN DERHEQÊ AYGAN DE BÊN VEŞARTIN   Dadgehê biryar da ku mirina bersûc Abdulkerîm Kirca di 19’ê çileya 2009’an de û ya bersûc Recep Erkal (Tîrîl) a di 31’ê kanûna 2012’an de, di pêvajoya darizandinê ya dosyaya nû de berçav bê girtin û dîsketek a li Memûrtiya Emanetê ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê û CD’yeke ku îfadeyên Abdulkadîr Aygan tê de hene jî weke delîl di dosyayê de bên veşartin.    DÊ BIRYARÊN GIRTINÊ BIDOMIN   Herî dawî jî dadgehê biryar da ku biryara girtinê ya derheqê bersûc Abdulkadîr Aygan, Mahmût Yildirim, Muhsîn Gul, Fethî Çetîn û Saniye Emlûk (Emel Berak) de bidome.    SERLÊDANA BO AYM’Ê   Parêzerên malbata Anter piştî biryara şandeya dadgehê ya di 21’ê îlonê de, serî li Dadgeha Kargêrî ya Herêmî ya Enqereyê da û diyar kiribûn ku dê piştî biryara bihincet jî îtîrazên xwe pêşkeş bikin. Parêzeran her wiha biryara “demborînê” ya di dozê de biribûn Dadgeha Makeqanûnê (AYM).    MA / Firat Can Arslan