Dest û lingekî Brûkanli yê xwe şewitandibû nagirin 2022-11-11 12:55:14   ENQERE - Hate diyarkirin ku tevî dest û lingekî Yakûp Brûkanli yê li dijî tecrîda girankirî li Girtîgeha Eregliyê xwe şewitandibû nagirin jî nabin nexweşxaneyê û di hucreya yek kesî de tê ragirtin.    Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a 40 girtiyên nexweş ku li Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Ereglî ya Konyayê li dijî binpêkirina mafan û şert û mercên tecrîda giran di 4’ê cotmehê de dabûn destpêkirin, berdewam dike. Girtiyê ji rojhilatê Kurdistanê Yakûp Brukanli li dijî şert û mercên tecrîda giran di 28’ê cotmehê de xwe şewitandibû.   2 MEH IN DI HUCREYA YEK KESÎ DE TÊ RAGIRTIN   Mehmet Işiktaş ê di heman girtîgehê de tê ragirtin, bi malbata xwe re bi telefonê axivî. Işiktaş, diyar kir ku du mehan zêdetir e di çalakiya greva birçîbûnê de ne û daxwazên wan bi cih nayên anîn. Işiktaş, bi lêv kir ku rêveberiya girtîgehê daxwazên wan piştguh dikin û da zanîn ku ji 23’yê tebaxê û vir ve di hucreya yek kesî de tên ragirtin.    BRÛKANLI NABIN NEXWEŞXANEYÊ    Işiktaş, têkildarî Brûkanli yê li dijî tecrîda girankirî xwe şewitand jî ev agahî parve kirin: “Dest û lingekî hevalê me Yakûp Brûkanli yê li dijî van binpêkirinan xwe şewitand û di asta duyemîn de şewitî ye nagirin. Hêj jî di hucreyê de tê ragirtin, rîska ku enfeksiyonê bigire heye. Yakûp tevî ku dixwaze biçe nexweşxaneyê jî wî nabin.”   Işiktaş, diyar kir ku tevî 40 girtiyan di çalakiya greva birçîbûnê de ye û wiha axivî: “Rayedarên girtîgehê tu daxwazên bi cih naînin. Em ê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bidomînin û heta daxwazên me werin bi cih em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”   BANG LI RÊXISTINÊN MAFÊN MIROVAN KIRIN   Işiktaş, anî ziman ku daxwazên wan ew in ku Yakûp Brûkanli demildest li nexweşxaneyê bê dermankirin, bi girtiyan re di heman qawişê de bimînin, saetên cihê hewadarkirinê bên zêdekirin, li cihê ku girtiyên edliyên giran lê dimînin, neminin û mûameleya nebaş bê bidawîkirin. Işiktaş, bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku serdana girtîgehê bikin.