Kenanoglu: Serokatiya Cemxaneyan pêngava kontrolkirina elewiyan e 2022-11-11 12:18:53   ENQERE - Parlamenterê HDP’î Alî Kenanoglû bi bîr xist ku Serokatiya Karên Diyanetê ji bo kontrolkirina sunniyan hatiye avakirin û anî ziman ku Serokatiya Çandê ya Elewî-Bektaşî û Cemxaneyan jî pêngava kontrolkirina elewitiyê ye.   Bertekên li dijî avakirina Serokatiya Çandê ya Elewî-Bektaşî û Cemxaneyan a bi biryarnameya nîvê şevê ya 9’ê Cotmehê ya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, berdewam dikin. Serokatiya Cemxaneyan a ji hêla nûner û saziyên elewiyan ve nehatiye qebûlkirin “Baweriya civakî veguherîna weke hêmaneke çandî” tê nirxandin.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê û yek ji avakarên Federasyona Elewî-Bektaşî Alî Kenanoglû derbarê armanca avakirina Serokatiya Cemxaneyan axivî.    Kenanoglû, bi bîr xist ku Erdogan dema ku hatibû serdana Dergahê Şah Kûlûyê anî ziman ku dê cemxane bi serokatiyekê ve bên girêdan, hin xizmet dê di bin banê vê serokatiyê bên meşandin û wiha axivî: “Têkildarî vê yekê qanûnek li komîsyonê hate nîqaşkirin. Lê belê di vê qanûnê de avakirina serokatiyekê tûne bû. Dema ku me vê yekê ji Cîgirê Wezîrê Çand û Tûrîzmê pirsî ji me re got ku ji bo avakirina serokatiyê hewcehî bi kanûnê nîn e û Serokkomar dikare vê bi biryarnameyekê ava bike.”   ‘PÊŞIYA NÎQAŞAN HATE BIRÎN’   Kenanoglû anî ziman ku wan texmîn dikir piştî nîqaşên di wezaretê hatine kirin dê serokatî di Rojnameya Fermî de were weşandin û dê heman rojê de bê avakirin û wiha axivî: “Dema roja sêşemê têkildarî kanûnê nîqaş didomiyan ji sedî 97 rêxistinên Elewiyan hatin pêşiya Meclisê û çalakî li dar xistin. Çalakvan vê weke “kanûna darbeyê” pênase kirin û banga kişandina vê kanûnê kirin. Wê rojê ev mijar jî di Meclisê de gelek hate nîqaşkirin. Heman şevê ji bo ku pêşî li van nîqaşan bibirin biryarnameyek hate weşandin û serê sibê me dît ku serokatî hate avakirin.”   Kenanoglû bi bîr xist ku têkildarî vê qanûnê biryara têkoşînê ya HDP’ê û CHP’ê heye û mafê wan ê bikaranina rêziknameya navxweyî heye û got: “Li aliyekê jî çalakiyên saziyên elewiyan hebû. Ji bo ku vana bidin sekinandin wê şevê biryarname derxistin.”   ‘DIYANETA ELEWIYAN’   Kenanoglû, diyar kir ku ji avabûna komarê heya niha pênaseya “welatiyê baş” tê avakirin, ev yek tenê li ser avakirina tirkên sunnî tê meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû bawerî û nasnameyên derveyî vê tune hesibandin, li dijî vana polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê meşandin. Ji ber çalakiyên salên demdirêj ên elewiyan dewlet êdî nekarî vê yekê ji berçav rake. Fikirîn kû çawa ji bo derdorên sunnî kontrol bikin Serokatiya Diyanetê ava kirin, îro ji bo kontrokirina elewiyan Serokatiya Çandê ya Elewî-Bektaşiyê ava dikin. Hatin asta ku ‘Em nikarin elewîtiyê înkar bikin lê em ê biryar bidin bê ka dê çawa bibe’. Li gorî me ev serokatî ‘Diyaneta Elewîtiyê’ ye. Dê ev sazî elewiyê dewletê ava bike.”   DEWLET BERÎ BIÇE BI AKP’Ê DA KIRIN   Kenanoglû bi lêv kir ku ew "Pêngava Elewîtiyê" ya AKP’ê weke stratejiya hilbijartinê nabîne û bi bîr xist ku AKP ji elewiyan qet deng nastîne. Kenanaoglû da zanîn ku aqlê dewletê yê yekperest berî ku biçe di salvegera sedsaliya xwe de vê yekê bi AKP’ê da kirin û got: "Dewlet nikare bi CHP bide kirin. Ger CHP’ê vê yekê bikirana dê derdorên misilman qiyametê rakiribûna. Dîsa jî AKP dê di propagandaya hilbijartinê de vê bi kar bîne."    Kenanolû di dawiya axafitina xwe de diyar kir ku elewîtî weke hêmaneke “Çandî û Tûrîzmê” tê dîtin û da zanîn ku ev nêzîkatî bi feraseta hişmendiya yekperestiyê re têkildar e.    MA / Firat Can Arslan