Tosûn a HDP’î: Çeteyên hişbirê bi çek digerin 2022-11-10 16:30:21 AMED - Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn ji ber çeteyên hişbirê yên li Amedê zêde bûne û bi çek digerin, pêşniyara lêkolînê pêşkeşî Meclisê kir.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosûn ji bo bikaranîna hişbirê û bazirganiya wê bê lêkolînkirin, kesên difiroşin bên tespîtkirin û tevdirên hewce bên girtin, pêşnûmeya lêkolînê da meclisê. Di pêşnûmeyê de bûyera 17’ê cotmehê hate bibîrxistin û ev tişt hate gotin: “Li gorî agahiyên ser çapemeniyê hatine parvekirin, li Parka Rihanê ya navçeya Rezan a Amedê, di navbera komeke ciwanên fêrgehê û koma ku tê îdiakirin tiryarkkêş in de şer derket û di şer de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest dan. Walîtiya Amedê têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku eleqeya bûyerê bi tiryarkkêşan ve nîne. Lê belê şêniyên taxê dan zanîn ku park êdî bûne cihwarên tiryakkêşan û ev jî rê li ber gumanan vedike. Her wiha destnîşan kirin ku ev bûyer gelek caran diqewimin û hêzên ewlekariyê kontrolan nakin."    ‘TIRYAKÊ BI ZAROKAN DIDIN FIROTIN'   Di pêşnûmeyê de hat diyarkirin ku li Amedê bikaranîna hişbira bi navê metamfetamîn zêde bûye û taybetî jî li taxên xizan, zêde tê bikaranîn. Di pêşnûmeyê de hat destnîşankirin ku çeteyên hişbirê li aliyekê hişbirê dikêşin û difiroşin, li aliyê din de jî hişbirê bi destê zarokan didin firotin û wiha hat gotin: "Tê îdiakirin ku li Amedê temenê bikaranîna hişbirê daketiye 10 saliyê û çeteyên hişbirê çekan bikar tînin û çeteyên hişbirê mezin dibin. Divê sedemên bikaranîna tiryakê ya li Amedê bên vekolandin, berpirsyarên wan bên tespîtkirin û tevdîrên pêwîst bên girtin."