Nobeta Edaletê: Êdî bes e ji vê zilmê re 2022-11-10 15:32:18   ÎZMÎR - Dayika girtî Hanîfe Gumuş di Nobeta Edaletê de xwest ku girtî bên berdan û wiha got: "Êdî bes e ji vê zilmê re. Dê bi vê zilmê bigehin ku derê?”   Li Îzmîrê Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û yên înfazên wan hatine şewitandin û nayên berdan di hefteya 137’emîn de berdewam dike. Malbatan di çalakiyê de pêşmalkên li ser “Deng bide zindanan” û “Ji girtiyên nexweş re azadî” li xwe kiribûn û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin jiyan azadî” û “Ji şer re na, aştî a niha” berz kirin.    Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Bornovaya tev li çalakiyê bûn. Dayika girtiyê nexweş Mehmet Nezîr Gumuş ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T aBandirma ya Balikesîrê de tê ragirtin, Hanîfe Gumuş di çalakiyê de axivî. Gumuş, destnîşan kir ku ew wek Dayikên Aştiyê 137 roj in di Nobeta Edaletê de ne û wiha axivî: “Hezaran girtiyên nexweş di girtîgehan de ne. Dê bi vê zilmê bigehin ku derê? Bila êdî aştî were. Bila rehm bikeve dilê we. Êdî bes e ji vê zilmê re. Em nikarin bi zarokên xwe re rêk û pêk têkiliyê jî pêk bînin. Ger zarokên we hebûna gelo we dê ev yek qebûl bikira? Em ji zarokên xwe re pere dişînin lê têrî nake. Ji ber ku her tişt bi pere ye.”