Tumuklu: Girtina rojnamegeran kiryarekî derhiqûqî ye 2022-11-10 15:04:12   STENBOL - Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu û şandeya pê re ji bo piştevaniya bi rojnamegeran re çûn serdana buroya MA’yê ya Enqereyê. Tumuklu, diyar kir ku girtina rojnamegeran kiryarekî derhiqûqî ye.   Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ji bo piştevaniya bi rojnamegerên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatine girtin, çû serdana buroya Ajansa Mezopotamyayê (MA) ya Enqereyê. Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu û şandeya pê re ji hêla nûçegihanên MA’yê ve hat pêşwazîkirin. Tumuklu di serdanê de diyar kir ku girtina rojnamegeran kiryarekî derhiqûqî ye û got ku ew piştgiriye didin rojnamegeran. s