Girtiyê ji bo tedawiyê anîne Girtîgeha Wanê rastî miameleya xerab tê 2022-11-10 13:12:26   WAN - Hat destnîşankirin ku girtî Ridvan Yûsûfoglû ê ji bo tedawîkirinê ji Girtîgeha Panosê anîn Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Wanê, rastî miameleya xirab a gardiyanan hatiye û mafê wî yê tenduristiyê jî hatiye astengkirin.    Girtiyê nexweş Ridvan Yûsûfoglû di 16 saliya xwe de, di sala 1992’yan de bi îdiaya “yekitî û yekpartiye dewletê xerab dike" hat darizandin û cezayê muebbeta giran lê hat birîn. Yûsûfoglû ku li Girtîgeha Panosê dihat ragirtin, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê di 21’ê cotmehê de sewqî Girtigeha bi Ewlehiya Bilind a Wanê kirin. Hat zanîn ku Yûsûfoglû nehatiye tedawîkirin û rastî miameleya xirab jî hatiye.    MAFÊ TENDURISTIYÊ TÊ ASTENGKIRIN    Parêzera Yûsûfoglû, Dersîm Erîşen destnîşan kir ku muwekîlê wê salên dirêj in ku nexweş e û wiha got: "Baş nayê tedawîkirin. 2 meh berê ji ber zikêşiyê rewşa wî giran dibe û dibin Nexweşxaneya Dewletê ya Panosê. Li wir serûmekê bo di danin û li girtîgehê vedigerînin. Piştî serlêdanên 2 salan, sewqî Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Wanê kirin. Muwekîlê min tenê ji bo testa xewê birin Nexweşxaneya Zanîngeha 100.Yilê ya Wanê. Tevî ku divê endoskopî bikirina, bijîşkê girtîgehê ji ber sedema kirina testa xewê mafê wî yê tenduristiyê asteng kiriye.”    RASTÎ MIAMELEYA XIRAB HAT   Erîşen, diyar kir ku muwekîlê wî rastî tacîza bi devkî û miameleya xirab a gardiyanan hatiye û wiha domand: "Ji ber van nêzikatî û binpêkirinan, muwekîlê min dixwaze bêyî ku were tedawîkirin dîsa ji bo vegera li Girtîgeha Panosê serlêdanê bike. Miwekîlê min ji ber nêzîkatiyên kêyfî yên gardiyan û bijîşkan naxwaze li vê girtîgehê bimîne."    Nexweşiyên Yûsûfoglû wiha ne: “Xwîn ji rûviya stûr û ji cihê destava stûr tê, Ulseratîf Kolît (Nexweşiyeke kronîk ya mîdeyî), varîs, fitqa piştê, apneya mîde û apneya xewê."