Bersûcên Malbata Şenyaşar li Pirsûsê 2 kes bi gulebaranê qetil kirin 2022-11-10 12:06:48 RIHA - Malbata Şîmşek ku xizmên Parlamenterê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz in û di êrişa li dijî malbata Şenyaşar de cih girtibûn, xaniyê malbata Altay dan ber guleyan û 2 kes jê qetil kirin.    Di 8'ê cotmehê de li Pirsûs a Rihayê di navbera ferdên malbatên Şîmşek û Altay de ji ber sedema “park kirinê” şer derket. Li ser vê yekê ferdên malbata Şîmşek bi çekan êrişî malbata Altay a li taxa Şevrayê kirin. Di encama êrişê de Cîhan û Mehmet Kayhan û Îbrahîm Altay ku pismamên hev in, birîndar bûn. Piştî agahdarkirinê, ambûlans hatin cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Ji birîndaran Cîhan û Mehmet Kayhan jiyana xwe ji dest dan û tedawiya Altay jî didome. Di êrişa bi çekên cerdewanan hatiye kirin de hat zanîn ku hinek kes hatine binçavkirin.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku malbata Şîmşek a ku êrişê pêk anî, li gel parastvan û xizmên Parlamenterê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê hezîrana 2018’an de êrişî malbata Şenyaşar jî kiribûn.