Girtiyên nexweş ên di grevê de li qawîşên yekkesî tên ragirtin 2022-11-10 11:45:30   ENQERE - Li Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Eregliyê girtiyên nexweş ên 38 roj e di greva birçîbûnê de ne, li qawîşên yekkesî tên ragirtin.    Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a 40 girtiyên nexweş ku li Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Ereglî ya Konyayê li dijî binpêkirina mafan û şert û mercên tecrîda giran di 4’ê cotmehê de dabûn destpêkirin, berdewam dike. Girtiyê ji rojhilatê Kurdistanê Yakûp Brukanli li dijî şert û mercên tecrîda giran di 28’ê cotmehê de agir berda bedena xwe.    Hat zanîn ku girtîgeha ku daxwazên girtiyan bicih nayîne, girtiyên nexweş ên di greva birçîbûnê de berî 2 heftayan xistine qawîşên yekkesî.    DÊ DEST BI GREVA BÊDEM Û BÊDORVEGER BIKIN   Girtî Mehmet Işiktaş di hevdîtina malbata xwe de anî ziman ku ew ji 11’ê tebaxê ve li qawîşên yekkesî tên ragirtin û wiha got: "Rayedarên girtîgehê ev 2 hefteye daxwazên me piştguh dike. Em ê vê hefteyê jî daxwazên xwe bînin ziman lê ger ew qebûl nekin, em ê greva xwe vegûherînin ya bêdem û bêdorveger."