Komîsyona Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê: Haya me ji bikaranîna çekên kîmyewî nîne! 2022-11-10 11:11:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Komîsyona Mafên Mirovan ê Herêma Federal a Kurdistanê Silêman Muhsîn îdia kir ku haya wan ji bikaranîna çekên kîmyewî nîne û nexwest têkildarî dîmenên hatine parvekirin biaxive.    Têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê, Rojnews’ê bi ofîsa Komîsyona Mafên Mirovan a Herêma Federal a Kurdistanê a li Silêmaniyeyê re peywendî danîn. Berdevkê komîsyonê Sabir Abdullah Kerîm bersiva pirsên Rojnews’ê da û got ku navenda wan a giştî dikare têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî biaxive û ji bo ku di vê mijarê de neaxivin jî ji wan re fermana nivîskî hatiye.     FERMANA ‘NEAXIVIN’   Sabir Abdullah Kerîm bi domdarî anî ziman ku weke ofîsa Silêmaniyeyê nikarin têkildarî mijarê biaxivin û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku têkildarî vê mijarê (bikaranîna çekên kîmyewî) ji me re hat gotin ku bi serokatiya komîsyonê re bişewirin. Serokatiya Komîsyona Mafên Mirovan ji me re fermaneke nivîskî ya fermî şand ku em têkildarî vê mijarê neaxivin.”    JI BERSIVÊ REVIYA   Her wiha Berdevkê Giştî yê Komîsyona Mafên Mirovan a Herêma Federal a Kurdistanê Silêman Muhsîn jî di heman çarçoveyê de axivî û îdia kir ku haya wan ji bikaranîna çekên kîmyewî nîne. Muhsîn, bi domdarî ev pirs kir: “Gelo belge hene ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn?”Dema ku dîmenên endamên HPG’ê yên ji çekên kîmyewî bandor bûyîn û Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) parve kiribûn hatin nîşandan jî Muhsîn nexwest biaxive.