Dê hêj ji Girê Miraza çi derbikevin? Rojnameger dê çawa bikin nûçe? 2022-11-10 11:00:12   Bariş Avşar    Dema Girê Miraza ya li Xirabreşka Rihayê yekem carê hatibû ferqkirin, sal 1964 bû. Lê belê kolandina wê 30 salan hate hat sekinandin. Piştî ku hate destpêkirin, meraqa tiştên berê yên di binê erdê de xwe mezin kir. Di nava salan de her kevirê ku hatiye derxistin, wêneyên li ser her kevirekî hatine xêzkirin, taybetî jî nivîsên li çapameniya Ewropayê hatine weşandin li ser gumanên gelo 12 hezar sal berê çi qewimîye, hin teoriyên nû da avakirin.    Ji ber ku tiştên di bin erdê de hatine derxistin gelek kevn bûn jê re gotin “cihê ku dîrok dest pê kiriye”. Ji ber ku şêwaza avahiyan hatine çêkirin nedişibiya tu jîngehan, jê re gotin “perestgeha yekem.” Ji ber genimê li herêmê hatiye dîtin ji bo xwarinê hatiye bikaranîn, mezinahiya avahiyên li herêmê demdirêjî hatine avakirin û ji ber vegotina wêneyên li ser keviran hatine xêzkirin xurt in jê re gotin “cihê ku mirovahî lê dest pê kiriye...”   Lêbelê her ku karûbarê kolanê dom kir, hejmara tiştên ku ji binê axê derketin ser rûyê erdê, her ku encamên kolandinên din ên li herêmê jî li ser agahiyên nû zêde bûn rewşeke balkêş derket holê: Mirovên 12 hezar sal berê, bi hêza ked û piştevaniyê, jiyaneke nû û cudatir ava kiribûn!   Ji ber wê tiştên di bin axê de derdiketin girîng bûn, girîngiya nirxên wan ji vê yekê dihat...   Encamên nêzî 30 cihên cuda yên hatine kolandin ku “Kevana Zêrîn” sîwana bakur a herêmê ye, nîşanî me da ku herêm ne bi navendekê ve sînordar e û em bi çîrokeke mirovahiyê ya mezin re rû bi rû ne.   ***   Êdî em pê dizanin ku Girê Miraza ne tenê ‘perestgehek’ e, li dor wê xanî hene, Hallan Çemiya Êlihê, Qotê Ber Çem ê Amedê û nêzî 30 herêm jîngehên çandî jî yên dema neolotîkê ne. Em bi saya zanistê her ku diçe bêhtir hînî dan û stendinên li herêmê dibin. Tişta ku em herî dawî fêr bûne jî bû kevirên dan hêrandinê. Niha tê lêkolînkirin ku bê ka 12 hezar sal berê, li herêmê hezaran mirovan kevirên hêrandinê çawa bikaranîne.    Lê belê ji bo fêrbûna encamên van hemûyan hewcehiya sebrê heye. Temamiya çîroka dê di encamên xebatên bi hurgilî û bi sebir tên meşandin, derbikeve holê. Çîroka mirovahiyê ya ku di nava wê de şoreş, ser û bin bûn, bobelat û hêviyên mezin di nava xwe de dihewînin...   Şarisataniya mirovahiya ku xwebûna xwe di nava xwezayê de bi azadiyê pêk tîne.    ***   Demeke kin ê pêş de ez û rojnamegereke ji Ajansa Mezopotamyayê, bi hev re li gel rojevên girîng, berhemên çandî, çêkirina nûçeyên wan û wek sernaveke rojevê, girîngiya şopandina wan axivîn. Rojên ku der barê 16 rojnamegeran de biryara girtinê dihat dayîn bûn. A niha 9 rojnameger din jî hatin girtin. Hê ku em hewl didin ku bê ka 12 hezar sal berê çi qewimiye lê belê dîsa em rojên ku nikarin bên vegotin dijîn dîsa. Bê hêviya hevdîtinên rojên ku hemû rojnamegerên azad bin, vegerin ser karên xwe û karibin nûçeyan xwe çêbikin...   *Derhênerê Weşana Giştî yê Gazete Dûvarê