Mafê hevdîtina bi hempîşeyên wan re yê rojnamegerên girtî asteng dikin 2022-11-10 09:30:25   AMED – Rêveberiyên girtîgehên Amedê ku 16 rojnamegerên kurd ên di meha hezîranê de hatibûn girtin li wan tên ragirtin hevdîtina rojnamegeran a bi hempîşeyên wan re bi hinceta “lêpirsîna ewlehiyê” asteng kirin.    Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de di 8 hezîranê de polisan li Amedê bi ser mal û cihê kar ê rojnamegeran de girtibûn û 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes binçav kiribûn. Di 16’ê hezîranê de ji van 22 kesan 16 rojnameger ji ber karên xwe yên rojnamegeriyê hatin girtin. Tevî ku di ser girtina rojnamegeran re 5 meh derbas bûne jî heta niha der barê wan de dozname nehatiye amadekirin.    Rojnamerên ku niha li girtîgehên hejmar 1-2 yên ewlehiya bilind ên Amedê tên ragirtin hevdîtina wan a bi hempîşeyên wan re hat astengkirin. Dema ku hempîşeyên wan çûn her du girtîgehan û xwestin ku bi Hevserokê Komeleya Rojnemeran a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midurê Karê Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnameger Omer Çelîk, Zeynel Abîdîn Bûlût û Mazlûm Guler re hevdîtin bikin ev astengî derket holê. Hat hînbûn ku desteyên îdare û çavdêriyê yên her du girtîgehan bi hinceta “lêpirsîna ewlehiyê” hevdîtina rojnamegeran a bi hempîşeyên wan re asteng kirine.    Parêzerê rojnamegeran Resûl Temûr, der barê astengkirina hevdîtina rojnamegerên girtî ya bi hempîşeyên wan re ji Ajansa Mezopotayayê (MA) re axivî û nirxandin kirin.     ‘DIJ QANÛNÎ YE’   Temûr, da zanîn ku rojnamegerên girtî bi bêhiqûqiyê re rû bi bi rû ne û ev tişt gotin: “Ji rojnamegeran Omer Çelîk, Zeynel Abîdin Bûlût, Mehmet Alî Ertaş, Mazlûm Guler û Serdar Altan ji bo serdanên xwe daxwazname dane rêveberiya girtîgehê û navê kesên ku serdana wan bikin destnîşan kirine. Lê rêveberiya girtîgehê destûr neda navê rojnamegeran ên di daxwaznameyê de. Rêveberiya girtîgehê bi hinceta “bifikar” in hevdîtina rojnamegeran a bi hempîşeyên wan re asteng kirin.”    Di berdewama axaftina xwe de Temûr, destnîşan kir ku di rêziknameya der barê girtiyan de hikmê “Heke pêwîst bibîne girtîgeh dikare der barê kesên serdanê bikin de lêpirsîna ewlehiyê bide destpêkirin” heye û wiha axivî: “Di biryara ku der barê rojnamegerên girtî de hatiye dayîn de çima pêwistî bi rewşeke wiha hatiye dîtin tu tişt nehatiye diyarkirin. Em ji vê ev tişt fêm dikin; dertê holê ku tenê ji ber kurd in biryareke bi vî rengî dane. Li gorî vê encamê jî der barê sedema astengkirina serdana kesê ku rojnamegeran ziyaret bikin de jî tu nîşaneyek tuneye. Ev biryareke kêfî û li dijî qanûnan e.”   ‘POLÎTÎKAYA CEZAKIRINÊ’   Temûr, bi lêv kir ku amadenekirina doznameya rojnamegeran a di vê pêvajoyê de veguheriye amûreke cezakirinê û der barê mijarê de ev tişt anîn ziman: “Di rewşeke wiha de ku girtina dema dirêj li holê ye, astengkirina hevdîtina girtî ya kesên serdana wî bikin re asteke din a cezakirinê ye. Dixwazin ku tenê ew biryar bidin ku dê bi kê re hevdîtin bikin. Ev bi tena serê xwe bêhiqûqiyeke. Li dijî vê bêhiqûqiyê em ê serî li dadgeriya înfazê bidin, em ê bêhiqûqiyê qebûl nekin û têkoşîna hiqûqî bidin.”    MA/Mehmet Guleş