Cotkarên Silopiyayê nikarin pembûyê xwe bifiroşin 2022-11-10 09:29:38   ŞIRNEX - Li gundê Rihanî yê navçeya Silopiyayê ku li ser sînor e, çinîna pembû dest pê kir. Malbata Durak ku 45 sal in debara xwe bi pembû dike, da zanîn ku berhema îsal kêm bû û febrîqeyan fiyetek diyar nekir lewma jî nekarîne pembûyê xwe bifiroşin.    Li gundê Rihanê yê girêdayî navçeya Silopiya ya Şirnexê ku di navbera başûrê Kurdistanê û li noqteya sifir a sînorê gundê Xirabreşk ê Dêrîk ê Rojava de dimîne, çinîna pembû dest pê kir. Çinîna pembû ku her sal di dema demsala payîzê de dest pê dike, îsal berhema ku tê xwestin nehat bidestxistin. Welatiyên ku bi salane bi pempû debara xwe dikin îsal ji ber polîtîkayên dewletê yên çandiyê, bi xisaretiyeke mezin re rû bi rû man. Pempûyê ku îsal ji aliyê febrîqeyan ve nayê standin, di destê cotkaran de ma. Malbata Durak ku 45 sal in bi pembû debara xwe dike, îsal pembûyê wan di destê wan de ma.    'QÎMETA PEMBÛ NEMA YE'   Ji endamên malbatê Asiye Durak (55) diyar kir ku keda wan a bi salan vala diçe û wiha axivî: "Erd yê xelkê ye. Em di serî de diçînin û 4 mehan av didin. Piştre em kerexa lê didin. Heqê ceyranê didin û dema ku makîneya dirûnê jî tê heqê wê jî didin. Îsal tu qîmeta pembû tune ye. Fiyeteke baş nadin. Mazot jî biha bûye. Par hêj çêtir bû. Zehmetiyên wê gelek in. Her tiştekê wê bi mesrefe û fiyeteke wê jî nîne. Îsal nayê firotin. Me heta niha ji çend febrîqeyan pirsî ye lê dibêjin fiyetê wê tune ye û neşînin. Dibêjîn hûn bînin jî wê li vir bimîne heta ku fiyetê wê diyar dibe. Heta 2 mehên din jî wisa li erdê dimîne."   'KEDA 45 SALAN DESTÊ ME DIÇE'   Têkildarî mijarê Mehmet Durak (63) jî bi lêv kir ku tu qîmeta keda ku ew didin nema ye û wiha domand: “Ev 45 sal in em vî karî dikin. Di her meha nîsanê de em dest pê dikin û heta dawiya payîzê çinîna wê dikin. Zehmetiyên wê pir in. Em hildikin, diçînin, av didin, tevrik û derman dikin. Ev hemû bi pereyan çêdibe. Pirsgirêk û zehmetiyên wê pir in. Îsal firotina wî pir zehmet bûye. Em bi telefonê li febrîqeyê digerin, febrîqe ji me re dibêje, 'em nakirîn.' Em ji wan re dibêjin, 'hema ji destê me de rakin hûn fîyet aşkere bikin' lê wê jî qebûl nakin û dibêjin,'nayê firotin, neyînin. Di destê me de xerab dibe.’ Heta niha wan ji me re pere dişandin û me jî jê re pembû rê dikir. Lê niha pere naşînin û em pembû dişinin. Divê ku Wezaretê Çandiniyê li ser vê mijarê bisekine. Ev pirsgirêka Wezareta Çandiniyê ye. Par me 270 lîre didan makîneya dirûnê lê niha bûye 800 lîre. Zibil berê 4 hezar û nîv bû, niha bûye 12-13 hezar lîre. Her tişt deh qat zêdetir bûye. Wisa berdewam bike ew keda me ya çend salan jî wê ji destê me biçe."   'ZIRAREKE MEZIN LI ERDÊ YE'   Durak, bal kişand li ser polîtîkayên Wezareya Çandiniyê û axaftina xwe wiha qedand: “Ceyran sê qatan zêdetir bûye. Par me 20 hezar didan niha 60 hezaran heqê ceyranê didin. Pembû destê me de ma ye. Febrîqe dibêje em şerim dikin ku fiyetê wê ji we re bibêjin. Ewqas ketiye. Keda me ya 45 salan ber avê çû. Daxwaziya me ji Wezaretê Çandiniyê ev e; di zûtirin demê de piştgiriyê bide cotkaran. Cotkar perîşe ne û nikarin heqê ceyrana xwe bidin. Em ê heqê ceyranê, heqê zibil, heqê makîneya dirûnê çawa bidin? Ev tevek jî di stûyê cotkaran de ne. Zirareke mezin li holê ye. Bi salan bû xwediyên febrîqeyan hêvî ji me dikirin ku em fiyet bidin wan. Lê niha em hêviyê ji wan dikin ku pembûyê me li erdê nehelîn. Di destê me de bimîne wê xerab bibe. Em ketine vê astê. Jiyana me îro ser hêviyan ma ye."   MA/Zeynep Dûrgût