Nobeta Edaletê: Bila tecrîd û îşkence bi dawî be 2022-11-09 16:37:26   ÎZMÎR - Yek ji malbata girtiyan Fatma Surme ya di Nobeta Edaletê de axivî, xwest tecrîd û îşkenceya li girtîgehan bi dawî bibe û banga xwe ya berdana girtiyên nexweş dubare kir.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan li Îzmîrê dane destpêkirin, di roja 136’emîn de berdewam dike. Di nobeta ku li ber Girtîgeha Kiriklarê berdewam kir de malbatên girtiyan pêşmalkên ku li ser “Deng bidin zindanan” û “Ji Girtiyên Nexweş re azadî” dinivîsî li xwe kirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Jin jiyan azadî” berz kirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bûcayê piştgirî da daxuyaniyê.    Dayika girtiyan Cuneyt, Bunyamîn û Ahmet Surme, Fatma Surme ya liv ir axivî, bi bîr xist ku 136 roj in Nobeta xwe ya Edaletê didomînin û wiha got: “Em dayikên aştiyê ne bila dengê me bê bihîstin. Em ji bo girtiyan di nobeta edaletê de ne. Bila tedawiya girtiyê nexweş bê kirin. Girtiyên tena serê xwe di girtîgehê de bimînin bila bên berdan. Li girtiyên ku cezayê wan xelas bûye poşmantî tê ferzkirin. Ji ber girtî poşmantiyê qebûl nakin înfazên wan tê taloqkirin. Ev ne tişteke ku were qebûlkirine. Ev rewş wê heta ku derê bidome. Bila êdî dilê dayikan neêşe û tecrîd û îşkenceya li girtîgehan bi dawî bibe.”