Cenazeyên kesên di qezaya Dutaxê de mirin dane malbatên wan 2022-11-09 14:11:01   AGIRÎ - Cenazeyên 7 kesên di qezaya trafîkê ya navçeya Dutaxê de jiyana xwe ji dest dabûn, radestî malbatên wan hatin kirin.    Di qezaya trafîkê ya ku pêr li navçeya Dutaxa Agiriyê pêk hatibû de 8 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyên kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dabûn ji bo teşhîskirinê birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Agiriyê. Malbatên kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dabûn ev 3 roj bûn ji bo cenazeyên xwe bigirin li pêşiya nexweşxaneyê disekinîn.   Ji bo ku teşhîskirina kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dane bên piştrastkirin, ji malbatan mînakên DNA’yan hatin girtin û şandin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Trabzonê. Piştî ku encamên DNA’yan aşkera bûn cenaze radestî malbatan hatin kirin. Malbat ji bo defînkirinê bi erebeyên cenazeyan û ambûlansan cenazeyên xwe teslîm girtin.   Malbatan cenazeyên Ebrar Tatli, Eşref Tûtak, Emrah Solmaz ber bi Panosê, ajokarê otobusê Abdulkerîm Kinay ber bi Hawêla Sêrtê, Sînan Gurbuz ber bi Erdîşa Wanê, Nevzat Taş ber bi Qelqeliya Wanê, Serhat Bayraktutan ber bi Bêgiriya Wanê ve birin. Malbat dê piştî vecîbeyên olî cenazayên xwe veşêrin.    Hat zanîn ku Cenazeyê Mûhlîse Işik a ku di Nexweşxaneya Bajêr a Erziromê de dihat tedawîkirin û jiyana xwe ji dest dabû, duh bi şev li Giyadînê hatiye veşartin.