Ferît Şenyaşar: Kujeran xwe li pişt îktidarê veşartiye 2022-11-09 14:07:12   RIHA - Ferît Şenyaşar ku li gel dayika xwe tevî hewa sar jî Nobeda Edaletê digire diyar kir ku kujeran xwe li pey îktidarê veşartiye.    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) a li ber Edliyeya Rihayê di roja 611’emîn de de berdewam dike. Malbat tevî hewa sar jî ji navçeya Pirsûsê hat navenda Rihayê û li ber edliyê nobedê girt.    'DOZA ME DOZEK MIROVÎ YE’    Ferît Şenyaşar di çalakiyê de axivî û got: “Doza me ne doza partiyê ye. Doza me bi temamî mirovî ye. Divê her mirov xwedî li çalakiya me derkeve. Dîmenên kamerayê di îdianameyê de cih negirtine. Li holê sûcek mirovî heye. Divê kujer bên cezakirin. Dayika min dibêje heta ku lawê neyê berdan û edalet bi cih neyê wê ji vir nece. Daxwazên me bi temamî hiqîqî ye. Em li benda edaletê ne ku bi cih were. Kujeran xwe li pişt îktidarê veşartiye. Divê AKP di vê mijarê de helwestek zelal nîşan bide. Heta ku AKP helwestek zelal daneyîne wê nikaribe derkeve nav xelkê Rihayê.”