Gelo ser bermamiyên dîrokî ku li Ben û Senê derketin holê tê niximandin? 2022-11-09 13:12:45   AMED - Li taxa Ben û Senê di bin malên hatine xerakirin de bermayiyên dîrokî derketin holê. Xebatkarên şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de jî ser van bermayiyan bi ax û betonê veşartin.    Li taxa Ben û Senê ya navçeya Yenîşehîra Amedê malên xelkê di bin navê “veguherandina bajêr” de hatin hilweşandin. Di bin van xirbeyên xaniyan de bermayiyên dîrokî derketin holê. Hin arkeolog van bermayiyan wek “Sûra Dûyemîn” pênase kirin. Lê xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, ser van bermayiyan bi ax û betonê digirin. Qeyûm hat wezîfedarkirin û di tebaxa 2020’an de projeya “Restorasyon û paqijiya derdora Sûran” hat destpêkirin. Nayê zanîn ku têkildarî bermayiyên dîrokî ku ser wan hatiye girtin agahî dane pisporan an na.    BI BETONÊ SER BERMAYIYAN TÊ GIRTIN    Fikar hebûn ku di çarçoveya vê projeya qeyûm de bermayiyên dîrokî bên rûxandin. Ser van bermayiyan bi ax û betonê tê girtin û niha xebata çêkirina peyzaj û rêya bisiqlêtê tê kirin.    DÊ DI BIN AXÊ DE BIMÎNIN    Di wêneyan de tê xuyakirin ku ser van bermayiyan ji ber xanî lê hatine çêkirin xera nebûye. Derbarê dîrok û çêkirina van avahiyan de agahî nehatin bidestxistin û tê texmînkirin ku ev bermayî aydê demek pir kevn in. Tê dîtin ku kevirên van bermamiyan dişibin kevirên sûrê. Heke qeyûm xebata li derdorê nesekinîne dê ev bermamiyên dîrokî carek din di bin axê de bimînin.