Ji girtiyekî name: Hevalên me le erdê radizên 2022-11-09 13:07:14 STENBOL - Girtiyê bi navê Memet Saliha Erol ku li Girtîgeha Burhaniyeyê tê ragirtin, bi nameyekê binpêkirinên li girtîgehê vegot. Erol, diyar kir ku bi ser kapasîteyê kes di qawîşan de tên ragirtin û hevalên wan li erdê radizên.    Girtiyê bi navê Mehmet Salih Erol ku li Girtîgeha Tîpa T a Burhaniye ya Balikesîrê tê ragirtin, ji Berdevkê Kolektîfa Hatiye Dîtin Adil Okay re nameyek şand û qala binpêkirinên li girtîgehê kir. Erol, da zanîn ku ji bilî spora ku hefteyê tenê carekê tê kirin, tu aktîvîteyên wan nînin û peywendiyên wan ên bi derve jî hema hema qet tune ne. Bi domdarî Erol diyar kir ku mafê wan ê hevdîtina li ser telefonê tê bisînorkirin û ev agahî dan: “Li qawîşa me 12 heval dimînin. Ji ber ku li qata jor a qawîşan hejmara ranzayan pir zêde ye, em nikarin gavê biavêjin. Bi giştî 10 ranze hene lê em 12 kes dimînin. Ji ber vê jî 2 hevalên me li erdê radizên.”    JI BILÎ ‘MEDYAYA ALÎGIR’ QEDEXE HEYE    Erol, diyar kir ku di mijara pirtûk û kovaran de jî pirgirêkan dijîn û wiha pê de çû: “Pirtûkên waneyan û ferheng jî tevî vê pirsgirêkê ne. Heke kovar li ser kantîna derve be tên dayîn û ji bilî kovarên magazînî, tu kovarên hunerî û çandî nayên dayîn. Şandina kovaran ji derve li me hatiye qedexekirin. Her wiha ji bilî ‘medyayên alîgir’, nahêlin em tu medyayên din bişopînin.    PÊDIVIYÊN TENDURISTIYÊ NAYÊN PÊŞWAZÎKIRIN   Ji tîrmehê heta niha girtiyek hem vedireşe û hem jî zikê wî diçe. Di tedawiya ewil de gotin ku ji ber xurekan jehrî bûye. Piştre jî gotin grîp û persîv bûye. Demek piştre em tevek bi vê nexweşiyê ketin. Bi rojan tayê em girtin, vedirişiyan, dilê me radibû û di dema destavê de xwîn dihat. Tevî daxwaznameyan jî yek ji me jî ranekirin revîrê. Me xwest testa koronayê bê kirin lê nekirin. Hêj niha jî gelek hevalên me ev nexweşî derbas nekirine. Hevalên me yên ku pirsgirêkên wan ên weke kezeb, gurçik, rûvî û hwd. hene.    REWŞA KIRTAY   Rewşa hevalê me Abdulhalîm Kirtay ê 73 salî jî nebaş e. Dermanên dil, tansiyon, dermanê ku di nava xwînê de avê çêdike, yên mîde diparêze û hebên rûviyan bi kar tîne. Divê xwe li benda xapandinên wezareta dadê yên weke ‘em ê ji bo girtiyên nexweş qanûnê derxînin’ neyê girtin û bizavek bê kirin. Rêya vê jî mezinkirina têkoşîna ji bo girtiyan û xwedîderketina li wan e.    PIRSGIRÊKÊN ABORÎ   Her tiştên li kantînê tên firotan, du qat ji yên derve bihatir in. Ev demekî dirêj e em dixwazin bi derfetên xwe cîhazekî dawerîna avê bikirin lê ev daxwaza me nayê qebûlkirin. Sedema wê jî eew e ku her hefteyê bi bihayê 500 lîreyan avê difiroşin me. Ev pirsgirêkên min anîne ziman, tenê çendek ji pirsgirêkan e.”