Rojnamevan Bêrîvan Altan heqîqetê veguherand evîndariyê 2022-11-09 10:24:46   ENQERE - Rojnamevan Bêrîvan Altan ku ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê hat girtin, wek generala Apê Mûsa dest bi xebatên çapemeniya azad dike û lêgerîna xwe ya heqîqetê vediguherîne evîndariya rojnamevaniyê.     Rojnamevan Bêrîvan Altan 25’ê cotmehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi rê ve dibe de bi îşkenceyê li mala xwe hatibû binçavkirin. Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bêrîvan Altan di 29’ê cotmehê de jî bi 8 hevpîşeyên xwe re ji ber xebatên rojnamevaniyê ji aliyê dadgeha Enqereyê ve hatin girtin.    Altan ji gundê Şilyana Şirnexê ye û gundê wan di salên 1990’î de ji aliyê dewletê ve tê şewitandin. Malbata wê ji ber zextên dewletê koçî Edeneyê dike. Hê Bêrîvanê 4 salî ye dayika wê ji ber nexweşiyekî jiyana xwe ji dest dide. Ew li Edeneyê mezin dibe. Dema xwendekara Fakûlteya Fen û Edebiyatê ya Zanîgneha Mêrsînê ye di sala 2014’an de çapemeniya azad nas dike. Altan li zanîngeh3e dest bi belavkirina rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê dike û di demek kin de dibe yek ji generale Apê Mûsa û li gelek kolan û taxên bajêr rojnameyan belav dike. Bêrîvanê piştre jî di sala 2015’an de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê dest bi kar dike û wek nûçegihanek stajyer dixebite.    Rêwîtiya rojnamevaniyê ya Altanê ku bi stajyeriyê li Edene û Mêrsînê dest pê dike, di demek kurt de xwe li pêş dixe û ji nûçeyên darazê bigire heta nûçeyên polîtîkayê nûçeyên girîng amade dike.    3 CARAN KIRIN BINÇAVAN    Bêrîvan di 9 salên pîşeya rojnamevaniyê de ji ber nûçeyên çêkirine û xebatên xwe yên pîşeyî 3 caran hatiye binçavkirin. Herî dawî di 25’ê cotmehê de bi îşkenceyê hat binçavkirin û di 29’ê cotmehê de bi 8 hevpîşeyên xwe re ji ber xebatên rojnamevaniyê hat girtin.      POLÎS HER TIM XWEST PÎŞEYA WÊ ASTENG BIKIN    Bêrîvanê kevneşopiya çapameniya azad bi kedek mezin bi rê ve dibe û lêgerîna xwe ya heqîqetê veguherand evîndariya rojnamevaniyê. Bêrîvanê bi peyama xwe ya di binçavan de ku şandibû û gotibû “pênûsa me li erdê nehêlin” carek din vê evîndariya kare xwe nîşan da. Di serpêhatiya pîşeya wê rojnamevaniyê de gelek lêpirsîn derbarê wê de hatin destpêkirin û gelek caran polîs xwest wê ji pîşeya wê desteser bike. Polîs encamê negirtin û vê carê ketin nava hewldanek û di bin navê “sohbetê” de malbata wê vedixwînin ku li gel hev çayê vexwînin.   POLÎS 6 CARAN BAVÊ WÊ VEXWENDINE ‘SOHBET’Ê    Polîs 6 caran li bavê Bêrîvanê, Bedrî Altan digerîn û jê re dibêjin, “were em ê çayê vexwîn.” Bedrî Altan diyar kir ku her cara ku polîsan du sê saet pê re axivîne xwestine keça wî dest ji xebatên rojnamevaniyê berde.    ‘BÊRÎVAN ZILMÊ DINIVISÎNE’    Bedrî Altan da zanîn ku polîs di 26’ê kanûna 2019’an de bi ser mala wan de digirin. Altan anî ziman ku polîs tiştek li malê zeft nekirine ku bikin “delîlên sûc” û paşê jê re gotine, “xwezî em wisa neketina vê malê.” Altan serdegirtina polîsan wek “zilmê” nirxand û ji polîsan re gotiye, “Bêrîvan vê zilma we dinivisîne. Rastiyan dinivisîne. Tu sûcek wê nîne.”      BI KEÇA XWE SERBILIND E    Altan destnîşan kir ku roja jêpirsîna rojnamevanan li ber deriyê edliyeyê ji ber ew bi keça xwe serbilind bûye giriyaye û got: “Barê heqîqetê giran e.”    Altan diyar kir ku ew nexerîbên zext û zilmê ne û wiha got: “40 sal in dikujin, digirin û îşkence dikin. Neqedandin. Gelo wê bi girtina 9 rojnamevanan biqedînin?”    ‘HER TIM DI NAVA LÊGERÎNÊ DE YE’    Hevpîşeyê Altan, rojnamevan Sadik Topaloglû ku bi salan ew Altan bi hev re xebitîne diyar kir ku hevpîşeya wî Bêrîvanê li pey şopa heqîqetê bû û her tim di nava lêgerînê de bû. Topaloglû da zanîn ku Bêrîvanê li DÎHA’yê dest bi nûçegihaniyê kiriye û ew her tim kesek bi israr e ku heqîqetê derdixe holê û wî dîtiye ku israra wê veguheriye evîndariya rojnamevaniyê. Topaloglû got Bêrîvan her tim li heqîqeta xwe digere û ruhê wê û rojnamevanî bûye yek. Topaloglû destnîşan kir ku wan dîmenên Bêrîvanê yên kêliya binçavkirinê nîşan da ku çapemeniya azad serê xwe natewîne.    Sadik Topaloglû   MA / Ozgur Paksoy