Wesayîtên şaredariyê xistin xizmeta AKP’ê 2022-11-09 10:12:34 MÊRDÎN - Wesayîtên Şaredariya Artûklûyê, ji bo xebatên “sala 21’emîn” ên AKP’ê tên xebitandin.     Şaredariya Artûklûyê ya AKP’î wesayîtên xwe yên xizmetê ji bo bernameyên ku Serokatiya Baskên Jinan a AKP’ê di bin navê “sedsala 21’yemîn” de li dar dixe dide xebitandin. Serokatiya Baskên Jinan a AKP’ê ji bo xebatên ku li navçeyên Artûklû, Nisêbîn û Qoserê wesayîtên xizmetê yên şaredariyê bi kar tîne. Her wiha endamên xwe jî bi wesayîtên xizmetê vediguhêze taxan. Rêveberên AKP’î gelek caran xebatên xwe yên bi wesayîtên şaredariyê yên ku divê ji bo xizmeta gel bên bikaranîn li ser hesabên medyaya dîjîtal parve dikin.