Keça girtiyê nexweş Ozkan: Werin li dadgehê bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin 2022-11-09 09:55:52   AMED - Selma Ozkan a keça girtiyê nexweş ê 83 salî Mehmet Emîn Ozkan, beriya danişîna doza bavê xwe bang kir ku kesên ji rewşa bavê wê bawer nakin bila werin bi çavê xwe bibînin. Hevjîna wî Emîne Ozkan jî got: "Ger edalet hebe nexwe ev çi ye?"   Ji girtiyên nexweş ên rewşa wan giran ê di lîsteya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de yek jê jî Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ye. Guatra bijehr, nexweşîna guh û çavan, nexweşiya helandina hestiyan bi Ozkan re heye. Her wiha Ozkan heya niha 5 caran qeyrana dil derbas kiriye û ji ber vê 4 caran jî anjiyo bûye.  Di demên dawî de Ozkan her hefte herî kem rojekê diçe nexweşxaneyê. Ozkan, herî dawî di meha Cotmehê de 2 caran ji ber nexweşiya dil sewqî nexweşxaneyê hatibû kirin û 24 saetan di cîhazê de mabû. Pişt re jî Ozkan bi awayekî destkelemçekirî cardin biribûn Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê.   DANIŞÎNA WÎ ROJA PÊNÇŞEMÊ YE   Ozkan ê ku di sala 1993'yan de kuştina Tûxgeneral Bahtiyar Aydin xistine stuyê wî û ji ber vê 27 sal in girtiye, çendî ku nexweşxaneyê rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" daye wî jî, lê bi rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" ya Saziya Tiba Edlî (ATK) nayê berdan.    Danişîna doza Ozkan dê roja pêncşema bê li Dadgeha Cezayê Giran a 7’an a Edeneyê bê lidarxistin. Beriya dadgehê keça wî Selma Ozkan, bang li hemû kesên ku ji nexweşîna bavê wî yeqîn nakin kir ku |roja danişînê bên dadgehê û bi çavê xwe rewşa bavê wê bibînin.    NIKARIN PÊ RE PÊWENDIYÊ DEYNIN   Ozkan ji bo tenduristiya bavê xwe ev tişt gotin: “Her kes dizane ku bavê min ev tişt nekiriye. Lê dîsa ji ev 27 sal in di girtîgehê de ye. Hefteya bor roja sêşemê ez çûm cem wî, birayê min ê li cem wî ew bi kursiya biteker anî cihê hevdîtinê. Her diçe rewşa wî nebaş dibe. Meha cotmehê 2 caran ji bo nexweşiya dil ew rakirinê nexweşxaneyê. 24 saetan di cîhazê de maye. Êdi dermanê guatrê, dil û tansiyonê jî birîne. Dawiyê ji bo kontrolê xwîna wî girtine û li gorî encama xwînê dê diyar bibe ku ka dê derman berdewam bikin an na. Dîsa ji bo bavê min bibîhîse dê cîhazê têxin guhê wî, ji ber ku cihaza heyi êdî jê re giran tê, aciz dibe û nikare bi kar bîne. Ne ji rirayê min be dê nikaribe pêdiviyên xwe yên rojane pêk bîne. Wekî xwarin, vexwarin, şûştin, paqijî,dermanxwarin û hwd. nikare bi tena serê xwe bike."   Ozkan destnîşan kir ku ev qas nexweşiyên bavê wê hene lê dîsa jî nayê berdan û wiha got: “Bavê min hatiye rewşek wisa ku nikare xwe îfade bike. Diçe nexweşxaneyê wisa ye, diçe dadgehê wisa ye. Deng nabihîse ku karibe bersivê bide û her tim danişîn tê taloqkirin. Êdî em nikarin pê re pêwendiyê deynin. Gava em tiştekî dibêjin birayê min diçe di guhê wî de dibêje. Di telefonê de jî wisa ye. Destên wî dilerizin. Yanî bi tu awayî têkilî bavê min re nîn e.”   ‘YÊN KU BAWERIYA WAN NAYÊ BILA BÊN DADGEHÊDE BIBÎNE’   Ozkan bal kişand ser danişîna bavê xwe ku dê roja pêncşemê li Dadgeha Cezayê Giran a 7an a Edeneyê bê lidarxistin û wiha bang kir: “Heya îro me gelek caran nexweşiya bavê xwe aniye zimên ev kesên ku ji nexweşîna wî yeqîn nakin bila wê rojê bên dadgehê û bi çavên xwe rewşa bavê min bibînin, gelo rewşa wî çawa ye. Beriya niha ev tişt ji bo Aysel Tuglukê jî gotibûn."   'DIBE KU SIBEH BI DERENGÎ BIKEVE'   Ozkan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Mirovekî 85 salî û gelek nexweşî pê re hene û her diçe rewşa wî xirab dibe. Kêlî bi kêlî rewşa bavê min xirab dibe. Belkî ku sibe ji bo bavê min dereneg be jî. Em dixwazin demên xwe yên dawî li cem me derbas bike."    ‘GER EDALET HEBE NEXWE EV ÇI YE?'   Emîne Ozkan (77), hevjîna Mehmet Emîn Ozkan jî ku beriya niha bi 2 salan lingê wê şikiyabû niha bi gopal dimeşe, ji ber rewşa xwe gelek caran nikare biçe hevdîtinê. Ozkanê destnîşan kir ku ger edelet, wijdan û îman hebûya bi wan re dê hevjînê wê bihata berdan û got: “Ma dê heya kengî wisa bidome? Hin kesên din ev tişt kirin, lê rabûn xistin stuyê wî. Wekî wî gelek girtiyên nexweş hene. Çima nayên berdan? Eger edelet hebe, nexwe ev çi ye? Ji xwarinê bigre heta bi rabû û rûniştinê nikare bi serê xwe bike. 6 mehên din dê lawê min bê berdan. Piştî vê dê çawa bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne? Ew bi tena serê xwe nikare 2 rojan jî bijî. Beriya kurê min bila bavê wî berdin. Bimire jî bila di nava cihên xwe de bimire. Lawê min jî ji cîgera xwe emeliyat bûye. Lawê min jî bi bavê xwe re qediya. Ev 40 sal in şer e, ma ne bes e!"   'HER TIŞT ZELAL E, LÊ DÎSA JÎ NAYÊ BERDAN'   Serdar Çelebî, parezerê Mehmet Emîn Ozkan jî bilêv kir ku bi tu awayî eleqeya Mehmet Emîn Ozkan bi bûyera navbirî re tune ye, lê ji ber vê 27 sal in girtiye. Parêzer Çelebî destnîşan kir ku her tişt zelal e, lê dîsa jî muwekîlê wî Ozka nayê berdan.    Çelebî di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Teqez tu têkiliya Mehmet Emîn Ozkan bi vê bûyerê re tune ye. Hema em ferz bikin hebe jî, lê Mehmet Emîn Ozkan girtiyekî nexweş e, rewşa wî giran e û nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe peyda bıke. Ev çend sal in ez parezeriya wî dikim. Lê di salên dawî de em nikarin pê re pêwendiyê deynin. Beriya pandemiyê jî wisa bû û niha ji wisa ye. Ji ber nexweşiyê nikare, em nikarin hevdîtinê pê re bikin. Deng naçê. Li dadgehê jî nikare xwe îfade bike. Saziyên tenduristiyê der heqê Ozkan de rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne' amade kirine. Lê Saziya Tiba Edlî raporeke bereksê vê çêkiriye. Lê ew nikare bi tena serê xwe xwarinê bixwe, nikare xwe bişo, paqijiya xwe bike, dermanên xwe bixwe û nikare rabe û rûnê jî."   MA / Mehmet Guleş