Di qezaya Dutaxê de hejmara miriyan derket 8’an 2022-11-09 09:41:05   AGIRÎ - Di qezaya navçeya Dutaxê pêk hat de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 8’an.    Di qezaya ku pêr li navçeya Dutax a Agiriyê pêk hat de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 8’an. Di 7’ê mijdarê de di encama ku otobûsa rêwiyan û TIR’ek li hev qelibîn de her du wesayît agir pê ket û şewitîn. Di qezaya pêk hat de 7 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 21 kes birîndar bûbûn. Yek ji birîndaran Mûhlîse Işik (77) a li Nexweşxaneya Bajêr a Erziromê tedawî didît jiyana xwe ji dest da.