Evsen ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Li girtîgehan ji serî heta binî tecrîd heye 2022-11-09 09:01:29   ŞIRNEX - Omer Evsen ê ku 30 sal di girtîgehê de ma û hat berdan bal kişand ser şertên û mercên giran ên li girtîgehan û got: “Li girtîgehan ji serî heta binî tecrîd heye. Tecrîdeke pir giran û dijwar tê sepandin. Li dijî vê jî îradeyeke pir xurt heye."   Di sala 1992'an de li Kurdistanê li ser navê "ewlehiyê" gelek gund hatin valakirin û piştre jî hatin hilweşandin. Di vê pêvajoyê de bi dehan kes bi awayeke kêfî hatin binçavkirin û hatin girtin. Yek ji van jî Omer Evsen e. Evsen di sala 1992’an de bi îddiaya "Xerabkirina yekitî û parçebûna dewletê” hate girtin û 30 sal cezayê muebedê lê hat birîn. Evsen di 30 salan de li girtîgehên bajarên Mêrdîn, Mûş, Semsûr, Ceyhan, Mîdyad, Rîze, Dîlok, Amed Tîpa T, Amed Tîpa D û piştre jî li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1'an de ma.Di ser girtina Evsen re 2 sal derbas dibin û hevjîna wî Emîne Evsen a 27 salî di encama topên hawanê de jiyana xwe ji dest dide. Diya wî ya ku nikarîbû van êşan ragire jî ji her du çavên xwe dibe. Omer Evsen ku 4 zarokên wî hene jî bêyî wî mezin dibin. Di encama darizandinê de Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) 30 sal ceza li Evsen dibire. Evsen piştî salan di di 26'ê cotmeha 2022’yan de hat berdan. Evsen ê ku di 27 saliya xwe ket girtgehê di 58 saliya xwe de ji girtîgehê derket.    Evsen pirsên Ajansa Mezopotamyayê bersivand û qala 30 salên xwe yên girtîgehê kir.    'DI GIRTÎGEHAN DE JI SERÎ HETA BINÎ TECRÎD HEYE'   Evsen anî ziman ku girtîgeh bûne qadên tecrîtkirin û îrade şikandinê û wiha got: "Di 30 salên girtîgehê de ez bi giştî 10 girtîgehan de mam. Pîraniya van jî sirgûn bû. Di salên berê de şert û mercên girtîgehê dihat îdarekirin. Lê belê ji sala 2015'an vir ve piştî darbeya leşkerî şert û mercên girtîgehan hatin guhertin. Her tiştek di holê de rakirin. Polîtîkayên fetisandinê bikar anîn. Qanûn hene, lê pir caran wan qanûnan pêk nayinin. Mîna em ji girtîgeha Tîpa D’yê anîn Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1'an. Lê gelemperî, kesê ku 3 sal cezaeyê wî dimîne ji Ewlekariya Bilind re nayê şandin. Li ser vê cezayê hucre dane me. Sedemê vê jî radyoyeke me hebû ji ber wê. Di hemû girtîgehan de me radyo guhdar dikir. Lê 11 roj cezayê hûcreyê dan me. Ev ceza kêfî bû. Niha her tiştek bûye ceza. Ji bo îrade şikandinê û ji bo ku karibin te teslîm bigirin ji her gotinek û tiştekî te re ceza maniyan derdixin û ceza dikin. Di dawiyê de jî cezayê mirov xelas dibe û di hûndirê mirov de hêviyeke pir mezin çêdibe. Rast e girtîgeh jî qadeke têkoşîne ye. Lê tu dê bê berdan neyê berdan ne diyar e. Li ser vê jî di girtîgehan de komîsyona çavderiya girtîgehê hatiye avakirin. Di vê komîsyonê de ji derveyî dozger hiqûqnas tune ne. Hevaleke me hebû cezayê wî xelas bûbû û divê ku derketiba lê salek û nîv cezayê wî dirêj kir. Her carekî ew komîsyon ceza zêde dike. Ev komîsyone zêde astengiyê derdixin. Çimkî ne hiqûqî ye. Qanûna cezayê darvekirinê ya wê demê cuda bû û niha hûn nikarin wî cezayî biguherinin. Niha jî qanûneke nû ya darizandinê anîne û hewl didin vê qanûnê pêk bînin. Dema ku ez ji girtîgehê derketim jî heval li dijî bikaranîna çekên kîmyewî di greva birçîbûnê de bûn. Li girtîgehan ji serî heta binî tecrîd heye. Tecrîdeke pir giran û dijwar heye. Derfetên têkilî danînê ji holê rakirine. Lê belê moral û motîvasyona hevalan jî di asta herî jor de bû. Îradeyeke pir xurt heye."   'LI DERVE AZADÎ TUNE YE'   Evsen da zanîn ku di girtîgehan de komîsyonek hatiye avakirin û ev komîsyon jî bêhiqûqî û kêfî tevdigere û wiha domand: "Xwe parastin mafeke xwezayî ye. Li dijî te êrişek hebe dikarî xwe biparêzî û pêwîste ku xwe biparêze jî. Ev mafeke gerdûnî ye. Çimkî nasnameya te nayê qebûlkirin, êriş li ser nasnameya te heye. Çandeke me heye, zimaneke me heye. Dewlet dikare vê pirsgirêkê bi hêsanî çareser bike. Lê çareser nake. Heke ku hûn derfetên xwe îfadekirinê ji holê rabikin wê kurd jî bikevin lêgerînên cuda. Komîsyonê ev pirs ji min kirin û min jî ev bersiv dan. Min nedazanîn ku wê min berdin. Dema ku 30 salan şûnde mirov tê berdan mirov du hêstan dije. Ev hêst jî pir dijwarin. Bi salan ew hevalên ku te pê re tekoşîn kirî û tu pê re rabû û rûniştî tu pey xwe dihêlî û derdikevî ji mirov re giran tê. Ez azadiyê ji derve nabînim. Çimkî azadî ji derve jî nine. Lê dema ku mirov eleqe û germahiya gel dibîne kelecaneke pir mezin mirov digire. Wê demê mirov fêm dike ku ked û bedelê ku mirov dayî ne ji vala bû. Tekoşîn bi her awayî bi tevî dijwariya xwe didome. Qadeke ku rêbertî tê de mayî mirov jê derkeve ji mirov re pir giran tê."   'ATK HETA MIRINÊ KESÎ BERNADE’    Evsen anî ziman ku wî di 30 salan de bi çavên xwe şahidiya bi hezaran tiştan kiriye û got: "Di girtîgehê de bi hezaran bîranînên min ê ku ez jibîr nekim hene. Her kêlî bîranînek e. Sirgûn, îşkence û hemû bîranîn. Ez bîranîneke xwe wiha vebêjim. Rojekî hatin 50'î kes bûn di destê wan de bivir hebûn. Yek ji wan hat pirsek ji me kir. Me bersiv da û piştre êrişî me kirin. Me got, 'hûn çi dixwazin tiştek tune ye?' Ez wê rojê tu caran jibîr nakim. Bi hezaran bîranînên wisa hene. Apê Yahya hebû. Nêzikî 70-75 salî bû. Hat berdan û mehek şûnde jiyana xwe ji dest da. Mirov nikare jibîr bike. Gelek girtiyên nexweş hene. Gelek ji van girtiyan bûn rojev û gelek jî nebûne rojev. Gelek girtiyên nexweş hatin berdan û gelek ji wan jî li ber mirinê ne. Hevalek girtî Alî Gulgulî hebû. Wî nêzî 7-8 caran krîza dil derbas kir. Ji ber ku di berîka wî de kevçiyê çayê ditin jê re cezayê hûcre birin û her wiha salek û 8 meh ji wî kevçiyê re birîn. Bi daxuyaniyan nabin bersiv. Heger gel piçek berpirsyariyên xwe pêk bîne gelek heval wê ji mirinê rizgar bibin. ATK jî heta ku kes nêzî mirine nebe bernade. Dema ku dibîne ne saxleme û wê bimre piştre rapor dide. Wisa nêz dibin. Dema ku hûn ê werin berdan jî, ew nahêlin ku mirov dilşad bibe. Nahêlin ku mirov wî hestî bijî. Mirov 30 salan li benda rojekî dimîne. Heta ku nahêlin ku tu wê rojê jî kêfxweş bibî. Daxuyanî ji girtiyan re nabe bersiv. Dewlet jî ji bêdengiya civakê hêz digire û heta dawiyê jî bikar tîne."   'DIVÊ DENGÊ WAN BÊ BIHÎSTIN'   Evsen bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û destnîşan kir ku bêdengiya civakê dibe sedema mirina girtiyan û got: "Bi hezaran girtiyên nexweş hene. Divê ku dengê van girtiyan bê bihîstin û ji bo wan çalakî bên lidarxistin. Divê ku neyên jibîrkirin û li wan xwedî derbikevin. Dengê girtiyan ev civak e. Encax gel dikare wan bîne rojevê. Divê ku parlamenterên HDP'ê her tim girtiyên nexweş bixin rojeva xwe. Helbet di rojeva wan de ye, lê bes ev têrê nake. Divê ku dewletê nêçar bikin ku van girtiyên nexweş berdin."