Acetê HPG'î li warê xwe Êlihê hat veşartin 2022-11-08 22:05:06   ÊLIH - Ûgûr Acetê HPG'î ku li navçeya Şaxê ya Wanê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê xwe Êlihê bi awayekî girseyî hat veşartin.    Ûgûr Acetê endamê Hêzên Parastina Gel (HPG) ku di 20'ê Cotmehê de li navçeya Şaxê ya Wanê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê xwe Êlihê hat definkirin. Malbat îro cenazeyê Acet ji morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Dûrsûn Odabaşi ya Wanê wergirt. Cenazeyê Acet danê êvarî gihaşt Êlihê. Piştî wecîbeyên olî, malbatê cenaze bir Goristana Asriyê.   Polîsan nehişt ji xeynî ferdên malbatê kes têkeve hundirê goristanê. Piştî nîqaşeke dûr û dirêj, girseyeke qelebalix ket hundirê goristanê û girseyeke qelebalix jî li derve ma.    Cenazeyê Acet bi awayekî girseyî hat veşartin.