Komîsyona rektoriyê dê ji bo daxwaza xwendekarên hiqûqê li hev kom bibe 2022-11-08 17:45:15   AMED – Şagirtên Fakulteya Hiqûqê ku naxwazin avahiya fakulteya wan bê guherand, hevdîtin bi rektoriyê re kirin. Hat diyarkirin ku dê komîsyona biryardayînê ya rektoriyê dîsa kom bibe û biryarê bide.   Çalakiya şagirtên Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê ku naxwazin avahiya wan bê guherandin, di roja 9'an de ye. Şagirtan îro jî xwestin ber bi rektoriyê ve bimeşin, lê hêzên ewlekariyê rê li ber wan girtin û destûr nedan ku şagirt bimeşin. Bi hatina nûnerên Baroya Amedê re, çend şagirt û parêzer çûn rektoriyê û hevdîtinek kirin. Di hevdîtinê de têkildarî fakulteya hiqûqê û meşa ku şagirt dixwazin li dar bixin hatiye nîqaşkirin. Piştî hevdîtinê hat diyarkirin ku dê komîsyona biryardayînê ya rektoriyê cardin li hev kom bibe û biryareke nû bide.    Di çalakiyê de bi gotina rektor hêzên ewlekariyê, çapemenî jî di nav de, nehiştin tu kes têkeve hundirê zanîngehê.   Gava hevdîtin bi rektoriyê re dihat kirin şagirtan jî govend gerand. Şagirtan diyar kir ku ew, wekî hiqûqnasên siberojê dê mafên xwe yên ji bo edalet biparêzin û wiha gotin: “Em parastina mafên xwe bi baweriyeke gelek mezin berdewam dikin. Em mîratgirên van fakulteyan li vir in. Lewma dê meşa me ya ber bi rektoriyê ve were lidarxistin. Xwedî derketina li vê mîrateya ku ji me re maye hiqûqî ye.”   'EM Ê BI SER BIKEVIN'   Her wiha piştî hevdîtinê, şagirt bi tevlîbûna rêveberiya Baroya Amedê meşiyan.  Di meşê de pankarta ku gotina “Kesên xwedî li mîrateya xwe ya dîrokî dernekeve, dê nikaribe siberojeke ewle ava bik" Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî nivîsandî hat vekirin û dirûşmeyên “Dîcle dimeşe, erd û ezman diheje” û “Fakulte yên me ne, dê yên me bimînin” hatin berzkirin.    Komîsyona Jinan a Baroya Amedê, rêveberiya Baroya Amedê û gelek parêzer jî tevlî çalakiyê bûn.    Piştî encama hevdîtinê, şagirt bi girseyî heta Midûriyeta Karên Şagirtan meşiyan. Li vir daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê şagirt heta dawiyê mafên xwe yên çalakî û daxuyaniyê yên fermî û rewa bi kar bînin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Gava me bi rektor re hevdîtin kir, bi zimanekî tehdîdwarî li gel me axivî. Kes ji me jî van neheqiyan qebûl nake. Her wiha em, li hember qirkirina ekolojiyê û guherandina îmarê ne ku li zanîngehê tên kirin. Di vê pêvajoyê de li Tirkiyeyê hiqûq gelekî dejenre bûye. Lewêa biryara rektor ya antîdemokratîk tu carî nayê qebûlkirin. Em ê bi ser bikevin."