Komîsyonê bi yekdengî biryara betalkirina parêzbendiya Guzelê da 2022-11-08 17:26:58   ENQERE - Komîsyona Amadekariyê ya Meclîsê, biryar da ku parêzbendiya Parlementera HDP'ê ya Amedê Semra Guzelê bê betalkirin.    Komîsyona Amadekariyê ya ji bo betalkirina parêzbendiya Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzelê hat avakirin, biryara xwe ya şîretî ragihand. Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum ji ber nexweşîna xwe tevlî civînê nebû. Komîsyona ku bêyî Gulumê li hev kom bû, bi yekdengî biryar da ku parêzbendiya Guzelê bê betalkirin.