Xizmên girtiyan di danişîna ewil de beraet kir 2022-11-08 12:16:27   STENBOL - Ji xizmên girtiyan Fînce Akman û Cemîle Karakaş ji ber ku tev li çalakiya Nobeta Edaletê bûbûn, bi îdiaya binpêkirina “qanûna bi hejmar 2911” dihatin darizandin. Akman û Karakaş di danişîna ewil a dozê de beraet kirin.    Bi sedema ku di Nobeta Edaletê de “Qanûna bi hejmar 2911 a civîn û xwepêşandanan” binpê kirine, derheqê ji xizmên girtiyan Fînce Akman û Cemîla Karakaş de doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li 12’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Bakirkoyê hat dîtin. Akman, Karakaş û parêzerên wan di danişînê de amade bûn.    ‘ME XWEST BIBIN DENGÊ GIRTÎGEHAN’   Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî Akman parastina xwe kir û wiha got: “Kurê min di girtîgehê de ye û her roj ji girtîgehan cenaze derdikevin. Me bi daxwaza edaletê daxuyanî da. Ez daxwaza beraeta xwe dikim. Cemîle Karaş jî di parastina xwe de ev tişt anî ziman: “Me tu sûcek nekiriye. Binpêkirin û îşkenceyên li girtîgehan zêde dibin û weke dayikekê tev li daxuyaniyê bûm. Ji roja cejnê heta niha kurê min di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Ji bo ku bibim dengê kurê xwe, tev li daxuyaniyê bûm.”    BERAET KIRIN    Piştre jî dozger mutalaaya xwe da û da zanîn ku daxuyaniya behsa xeberê dikeve çarçoveya azadiya fikr û raman û xwest ku Akman û Karakaş beraet bikin.    Dadgehê jî daxuyanî di çarçoveya azadiya fikr û raman de nirxand û ji bo Fînce Akman û Cemîle Karakaş biryara beraetê da.