Şandeyeke amerîkî hat Enqereyê 2022-11-07 16:30:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Civîna Koma Parastinê ya Payebilind a Tirkiye-DYA’yê li Wezareta Parastinê tê lidarxistin.    Şandeyeke amerîkî ku kesayetên payebilind jî di nav de ne, ji bo civîna Koma Parastinê ya Payebilind hat Enqereyê. Civîn dê li Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê bê lidarxistin. Wezîrê Parastinê Hulusî Akar têklildarî civînê axivî û da zanîn ku dê mijara dirêjkirina hewldana dexl ku dema wê di 19’ê mijdarê de bi dawî dibe biaxivin û ji bo dirêjkirina dema wê dixebitin.