Di êrişa dewleta tirk de şervanekî HSD’ê jiyana xwe ji dest da 2022-11-07 16:24:07   NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama êrişa hewayî ya artêşa tirk a li dijî Qamişloyê de şervanê wan Mîtan Şoreş jiyana xwe ji dest da û 2 sivîl jî birîndar bûn.    Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa tirk şevê din bi Balafirên Biçek ên Bêmirov (SÎHA) êrişî wesayîteke li ser rêya Hîzam a Qamişloyê kir. HSD’ê da zanîn ku di encama êrişê de şervanê wan Mîtan Şoreş jiyana xwe ji dest da û 2 sivîl jî birîndar bûn.