Tirkiye dibe sedem ku kolera li Sûriyeyê belav bibe 2022-11-07 14:10:59   ENQERE - HRW’ê daxuyand ku Tirkiye dike ku şewba kolera xedar ku li Sûriyê û welatên nêzî wê belav bûne belavtir bike û rewşa heyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hin bêtir xeternak e.   Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (HRW) li ser tehdîdên tenduristiya gel û metirsiyên qutkirina avê ji aliyê Tirkiyeyê ve li Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Tirkiye ava Firatê qut kiriye û rê li ber herikîna herêmên kurdî asteng kiriye, di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ciwaziya ku ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve di alîkarî û xizmetguzariyên bingehîn de tê ferzkirin, her wiha astengkirina ewlekarî û hatinûçûnê ya li seranserî Sûriyê berdewam dike. Sûriye, bersivdayîna alîkariya însanî û lezgîn a têrker asteng dike. Qutkirina avê dibe sedema şewba kolerayê belavtir bibe.”    DI 7 ROJAN DE 81 MIRIN     Cîgirê Dîrektorê HRW’ê Adam Coogle hişyarî da û diyar kir ku heke mudaxele li krîza avê ya li Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neyê kirin, wê şewba kolera bi xedarî bandorê li tenduristiya gel bike û got: "Ev ne nexweşiya herî dawî ya bi avê ye ku li Sûriyeyê bandor dike û nexweşî wê bidome. Ji 1’ê mijdarê ve Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) 81 mirin û zêdetirî 24,000 bûyerên gumanbar ên kolerayê li Sûriyê tomar kir. Ji wê demê ve kolera li Lubnana ku welatek ku berê rastî gelek qeyranan tê jî belav bûye.”    AV JI SEDÎ 65 HAT KÊMKIRIN    Di daxuyaniyê de tê gotin ku Tirkiye herikîna ava Çemê Firatê qutdike û ji sedî 65 av kêm bûye. Di daxuyaniyê de hat gotin Tirkiye sala par îdia kiriye ku pirsgirêka wê ya qutkirina avê heye û berpirsiyariya xwe ya daxistina asta avê red kir.    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Tirkiye demek dirêje hegomonya xwe ya li ser Çemê firatê wek am3urek siyasî bikar tîne û ev yek hem ji aliyê Iraqê ve hem jî ji aliyê Sûriyeyê ve hatiye ziman.