Seroka Giştî yê DÎSK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: Ev têkoşîn Tirkiyeyê vedibêje 2022-11-07 14:02:40   RIHA - Seroka Giştî yê DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû ku serdana Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar kir, wiha got: “Ev têkoşîn pêvajoya ku Tirkiye di nav de derbas dibe baş vedibêje. Daxwaza malbatê ya heq, hiqûq û edaletê di heman demê de daxwazeke ji bo pêşeroja vî welatî ye.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li ber deriyê Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, di roja 609’emîn de berdewam dike. Seroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzû Çerkezoglû û endamên lijneya rêveberiyê serdana malbatê kirin.    Malbatê şande bi dowizên ku li ser Edalet dinivîsî pêşwazî kirin. Arzû Çerkezoglû ya di serdanê de axivî, qala girîngiya têkoşîna malbatê kir û wiha got: “Ev têkoşîn pêvajoya ku Tirkiye di nav de derbas dibe baş vedibêje. Hemû Tirkiye şahidê pêvajoya piştî hovîtiya pêk hat e. Berxwedana Emîne Şenyaşar û malbata wê ya li dijî neheqî û bêhiqûqiyê û daxwaza malbatê ya heq, hiqûq û edaletê di heman demê de daxwazeke ji bo pêşeroja vî welatî ye. Em weke çîna karkeran, weke DÎSK her tim vê dibêjin; heta ku demokrasî, edalet nebe mafên kedê nabin. Em dibêjin demokrasî û edalet nane karkeran e. Em dizanin ku heta mafên kedê nebin jî edalet û demokrasî jî pêk nayê.”   ‘TÊKOŞÎNA DÎSK’Ê YE JÎ’   Çerkezoglû, diyar kir ku hemû têkoşînên heq û hiqûqê ku li dijî neheqiyê tên dayîn têkoşînên DÎSK’ê ne jî û wiha berdewam kir: “Em ê li cem hemû têkoşînên edaletê bin û piştevaniya xwe bidomînin. Ji ber vê yekê em ji vir careke din sersaxiyê ji malbata Şenyaşar dixwazin û dibêjin ku di vê têkoşîna birûmet de li cem têkoşîna wan a edaletê ne û em ê şopdarên dozê bin.”   ‘HEMÛ DINYA WÊ BIBÎNE’   Ferît Şenyaşar ê pişt re axivî jî bi lêv kir ku daxwazên wan mirovî ne û got: “Em ji bilî sepandina qanûnên heyî zêdetir tiştekê naxwazin.” Şenyaşar, bêyî ku navê wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz bide qala wî kir û wiha got: “Kesên ku derdikevin A Haberê bêbextiyê li malbata me dikin, bila werin li vir dozgerên komarê hene. Heke di destê wan de delîl, belge hebin, dozgerên bi fermana desthilatê dixebitin hene, bila bidin wan û tişta pêwîst bila bê kirini. Li nexweşxaneyê komkujiyek hatiye kirin lê dîmenên nexweşxaneyê hêj jî ji me re nayên parvekirin. Sibê du sibê wê ev qeyd derkevin holê û hemû dinya bibîne ku kî ‘terorîst’ in. Em ji bo piştevaniyê spasiyên xwe pêşkeşî DÎSK’ê dikin.”    Emîne Şenyaşar a herî dawî axivî jî tiştên qewimîn bi bîr xistin û xwest kurê wê Fadil Şenyaşar ê 4 sal in di girtîgehê de ye were berdan.    Piştî axaftinan pirtûka Alî Orûç a bi navê “Edalet” ku têkoşîna malbatê weke mijar digire dest diyarî Çerkezoglû hate kirin.