Pirtûkên ku bi îdiaya ‘delîlên sûc’ desteser kiribûn dîsa li rojnamegeran vegerandin 2022-11-07 13:32:20   ENQERE - Di dema serdegirtina malên rojnamegeran de polîsan gelek pirtûkên rojnamegeran bi hinceta “delîlên sûc” dest danîbûn ser. Pirtûkên hatin desteserkirin dîsa li rojnamegeran hatin vegerandin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de polîsan di 25’ê cotmehê de bi ser mala gelek rojnamegerên kurd de girtin. Di encama serdegirtina malan de Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Berîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Denîz Nazlim, Emrûllah Acar û nûçegihanên JINNEWS’ê Oznûr Deger û Habîbe Eren bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin. Her 9 rojnameger jî di 29’ê cotmehê de ji ber xebatên pîşeyî hatin girtin.    Di dema serdegirtinên malan de ku Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê îşkence li rojnamegeran kiribû, gelek pirtûk bi îdiaya “Delîlên sûc” hatibûn desteserkirin. Ev pirtûk dîsa li rojnamegeran hatin vegerandin. Pirtûka “Tiştek Neguherî ye” ya Hayrî Demîr û Hasan Kiliç ku ji Weşanên Dîpnotê derçûye, pirtûka Mahmût Baran a “Rêzikên Ferîşteyê” ku ji Weşanên Aramê derçûye, pirtûka “Dario Azzelline” ku ji Weşanên Amarayê derçûye, pirtûka Marîna Sitrin a “Nikarin Nûnertiya me Bikin”, pirtûka Îdrîs Balûken a “Oko” ku ji weşanên Dîpnotê derçûye, pirtûka Mehmet Saît Uçlu ya “Heqîqet û Azadî” ya Weşanên Aramê derçûye, pirtûka Jean Jacques Rousseau ya “Peymana Civakê” ya ji Weşanên Tutkuyê derçûye û pirtûka Kadîr Stêra ya bi kurdî “Hespê Şeytên” ya ji Weşanên Aryenê derçûye jî di nav de gelek pirtûkên din weke “Delîlên sûc” hatibûn desteserkirin.    DEST DANÎN SER HÎNKERÊ   Di dema serdegirtinên malan de her wiha pirtûka Hînkerê ku ji hêla Enîstîtûya Kurd ve bi mebesta fêrkirinê hatibû amadekirin, pirtûkçeya Ji bo Nûnertiya Wekhev û Tevlibûna Wekhev Hevserokatî ya Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û ajandaya bi logoya HDP’ê jî weke “delîlên sûc” hatibûn desteserkirin.    Pirtûk, kovar û ajandayên ji hêla Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê ve hatin desteserkirin, ji hêla dozgeriyê ve bi sedema “..di nava wan de tu sûc û hêmayên sûc nehatine dîtin...” dîsa li rojnamegeran hatin vegerandin.