Li Stenbolê 80 kes hatin binçavkirin 2022-11-06 18:45:42   STENBOL - 80 kesên ku bikaranîna çekên kîmyewî ya li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê li Stenbolê bi meşê şermezarkirin hatin binçavkirin.    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Yekitiya Têkoşîna Yekgirtî (BMG) bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk a bi hevkariya PDK'ê li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe li dijî endamên HPG'ê bi meşekê şermezar kir. Polîsan êrişî meşa ku li gelek cihan hate lidarxistin kirin.    Girseyê tevî êrişa polîsan jî ber bi Rêxistina HDP'a Bajêr ve meşiyan, li ser vê yekê polîsan êrişî girseyê kirin û ji bilî Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan gelek siyasetmedar û welatî bi kelemçeya paş ve hatin binçavkirin. Herî kêm 80 kesên ku hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr ku li ser Cadeya Vatanê.