TÎP: Em ê li hemberî êrişên faşîst serî netewînin 2022-11-06 16:46:57   AMED – TÎP’ê têkildarî êrişa li dijî endamê wan daxuyaniyek da û diyar kir ku dê li hemberî êrişên faşîst serî netewînin.    Endamê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Fûrkan Erdogan di 2’yê mijdarê de li Parka Ekîn a li navçeya Peyas a Amedê rastî êrişê hat û sivik birîndar bû. TÎP’ê li pêşiya avahiya partiyê ya li Semta Ofîs a Yenîşehîrê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em li hemberî êrişên faşîst serî natewînin” hat vekirin. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê jî ji bo piştevaniyê tev li daxuyaniyê bû.    Di serî de Erdogan ê ku rastî êrişê hatî axivî û diyar kir ku li hemberî faşîzma ku wan hedef digire mat nebûne. Erdogan, wiha domand: “Di van demên dawî de em li dijî bikaranîna çekên kîmyewî, ji bo mafên kedkaran û ji bo Roja Kobanê ya Cîhanê li qadan bûn. Lewma jî faşîzm dixwaze li her derê êrişî me bike. Lê em ê faşîstan têk bibin.”   ‘TÊKOŞÎNA ME YA LI DIJÎ REJÎMA QESRÊ DIDOME’   Piştre jî daxuyanî ji hêla endamê TÎP’a Amedê Yûsûf Eren Ezgîn ve hat xwendin. Ezgîn, êriş weke “hovîtî” pênase kir û wiha got: “Têkoşîna me ya li dijî rejîma AKP-Qesrê bênavber didome. Careke din dibêjin ku em ê li dijî rêxistinên çete yên ku kêmînan li ber hevalên me di danin paşvegavê neavêjin. Me tu carî ji qesran destûr nexwest û tenê rojekê jî li benda edaleta wan nesekinîn. Ji bûyera Cîhan Kayaalp ê ku li Amedê destdirêjî li zarokekî kirî û ji bûyera Mûsa Orhan ê ku li Êlihê destdirêjî li jinekê kirî û bûye sedema xwekuştina wê em dizanin bê ka edaleta we çawa ye. Dîsa em di bûyera Hakan Arslan ê ku 7 sal berê di dema qedexeyên derketina derve ya li Sûrê de hatiye qetilkirin û hestiyên wî di tûrikekî de dayîn bavî wî dizanin bê ka edalet çi ye. Em di cînayetên Tahir Elçî û Vedat Aydin de dibînin bê ka edaleta we çi ye. Dê têkoşîna me ya li dijî rejîma qesrê heta dawiyê bidome.”   Hevseroka Şaxa SES’a Amedê Yildiz Ok Orak jî di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku dê tu faşîzm nekarin li pêşiya sekna hevalên wan a xurt bisekinin.    Çalakî bi dirûşma “Em ê li hemberî faşîzmê serî netewînin” bi dawî bû.