Li her kolana derdikeve Îstîklalê li ber xwe dan 2022-11-06 15:33:26   STENBOL - Girseya ku ji bo şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyewî li Cehdeya Îstîklalê ya li Stenbolê li ber xwe da, bi berzkirina dirûşmeyên li dijî çekên kîmyewî heta li ber avahiya HDP'a Stenbolê meşiyan.      Bi mebesta ptotestokirina bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê û bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve li dijî Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê, bi pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Yekitiya Têkoşîna Yekbûyî (BMG) li Stenbolê meşa “Li Dijî Çekên Kîmyewî Meşa Mirovahiyê” tê lidarxistin. Meş, li Kolana Mîs a li ser Cehdeya Îstîklalê û Şîşhaneyê bi çepik û tilîliyan dest pê kir. Girseya ku li Kolana Mîsê kom bûyî xwest bi dirûşmên “Zext nikarin me têk bibin” û “Na ji sûcê li dijî mirovahiyê re” ber bi Cehdeya Îstîklalê ve bimeşe. Piştî ku polîsan meş asteng kirî, bi sedan çalakvan li kolanên cuda kom bûn.    HDK’î, HDP’î û BMG’iyên ku li Kolana Mîsê hatin ba hev, tevî girseya ku dayikên Nobeta Edaletê digirin jî di nav de bûn xewstin derbasî Cehdeya Îstîklalê bibin. Lê belê polîsan destûr nedan. Di encama êrişa polîsan de 2 kes hatin binçavkirin. Piştre jî ji çalakvanên Nobeta Edaletê Kumrî Akgul û du kesên din ji ewil hatin dorpêçkirin û piştre jî hatin derbkirin û binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin dirûşma “Heq, hiqûq, edalet” berz kirin.    Girseya ku derket pêşiya Dibistana Amadehî ya Galatasarayê, bi meşa xwe ya ber bi Cehdeya Îstîklalê ve bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kir. Li vê derê jî polîsan êrişî girseyê kir û di encamê de gelek kes ji pişt ve hatin kelemçekirin û binçavkirin.        LI HER KOLANÊ BERXWEDAN    Berxwedana girseyê ya li dijî êrişa polîsan berdewam e. Tunela Taksîmê ku dê “Meşa Mirovahiyê” lê bihata kirin, ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Girseyê li Qada Şîşhaneyê bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” dest bi meşê kir. Li ser êrişa polîsan jî girse belavî kolanan bû û meşa xwe domand. Koma ku derketî Cehdeya Îstîklalê jî ber bi Şîşhaneyê ve meşiya.      Di heman demê de polîsan Parlamenterên HDP’ê Sezaî Temellî, Ayşe Acar Başaran, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Tayîp Temel û gelek kesên din li Kolana Beykozê dorpêç kirin.    LI PAZARA SEMT’Ê DIRÛŞM   Koma ku li Cehdeya Îstîklalê ji hêla polîsan ve hate astengkirin, ber bi Tarlabaşiyê ve dest bi meşê kir. Kom, kete bazara semtê ya li vê herêmê û dirûşmeya “Dê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan” berz kir.      Dû re hemû koman bi berzkirina dirûşmeyên li dijî çekên kîmyewî heta li ber avahiya HDP'a Stenbolê meşiyan.