Li Global Boksê bikaranîna çekan hat protestokirin 2022-11-06 14:35:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Di dema maça Global Boksê ya li bajarê Oberhausen a Almanyayê de bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve hat protestokirin.    Aktîvîstên tevgera ciwanên kurd a Ewropayê di dema Maça Global Boxê de ku di 5’ê mijdarê de li bajarê Oberhausen a Almanyayê hat lidarxistin û ji hêla bi hezaran kesan ve dihat temaşekirin, têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve pankartek vekir. Dema ku bi mebesta piştgiriya bi berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê Jîna Emînî dihat bibîranîn, aktîvîstan pankarta bi nivîsa “jin, jiyan, azadî” vekirin û dirûşm berz kirin.    Boksorê kurd Îsmaîl Ozen pêşengtiya musabakaya boksê kir ku gelek boksvan derketin maçê. Ozen ku maçên xwe diyarî Jîna Emînî kir, ji temaşevanan xwest tevek jî bi ronahiyên telefonên xwe piştgiriyê bidin berxwedana jinan a li Rojhilata Navîn.    Aktîvîstan, di heman demê de ji bo balê bikişînin ser bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve, pankart vekirin û dirûşm berz kirin.