Ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ çol û çiyayan derbas dikin 2022-11-06 12:30:53   ŞIRNEX - Gelek kesên ku dixwazin tev li “Meşa Mirovahiyê” ya Silopiyayê bibin, piştî astengkirina berê xwe dan çol û çiyayan û hewl didin xwe bigihînin Tilqebînê.   Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê, li bajarokê Tilqebîn ê Silopiya ya Şirnexê bi dirûşma “Li Dijî Çekên Kîmyewî Meşa Mirovahiyê” tê lidarxistin. Ji navenda Silopiyayê heta pêşiya Deriyê Sînor ê Xabûrê, seranserî rê ji hêla leşker û polîsan ve hatiye girtin. Leşker, bi gazên îsotê û ava şid êrişî girseya ku dixwest li pêşiya avahiya HDP’a Tilqebînê bibe dike.    Her wiha gelek kes jî ji bo ku astengiyên leşkeran derbas bikin, xwe bigihînin Tilqebînê û tev li meşê bibin,  berê xwe dan çol û çiyayan û hewl didin bi meşê xwe bigihînin Tilqebînê.