Lêpirsîna Kader Ortakayayê daxilî nava yên 'kiryar nediyar' kirin 2022-11-06 09:01:20   RIHA - Di lêpirsîna der barê Kader Ortakayayê de ku ATK'ê ji bo wê gotibû "bi çekeke bi enerjiya kînetîk a zêde hatiye kuştine", dosyeya wê daxilî nava yên "kiryar nediyar" hat kirin. Parêzerê dosyeyê Muslum Baran têkildarî dosyayê wiha got: "Gava gumanbar esker bin, polîtîkaya bêcezatiyê dikeve dewrê."    Xwendekara Lîsansa Bilind a Zanîngeha Marmarayê Kader Ortakaya ku tev li protestoyên li sînor ên li hemberî êrişên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê bûbû û di 6'ê mijdara 2014'an de gava xwestibû ji navçeya Pirsûsê ya Rihayê derbasî Kobanê bibe, bi çeka eskeran hatibû kuştin. Di lêpirsîna der barê Ortakayayê de heya heya niha tu pêşketin çênebûne.    Ji parêzerên dosyeyê Muslum Baran têkildarî lêpirsînê ji ajansa me re axivî.    RAPORA ATK'Ê   Baran anî ziman ku çendî bi ser qetilkirina Kader Ortakayayê re 8 sal derbas bûne jî heya niha di dosyeyê de tu pêşketin rû nedane û got ku dozger dosyeyê bi sûcê "kuştina qisûrdar" vekiriye, lê paşê der barê dosyeyê de "biryara daîmî" daye û dosye jî dewrî Buroya Demboriyê kiriye. Baran diyar kir ku ji ber vê wan jî doza "çêkirina qebra fethî" kiriye û got ku ji ber vê gor hatiye vekirin û dosye ji bo vekolandinê ji Saziya Tiba Edlî re hatiye şandin. Baran destnîşan kir ku ATK'ê jî diyar kiriye ku Ortakaya "bi çekeke bi enerjiya kînetîk a zêde hatiye kuştin."    SERÎ LI AYM'Ê DA YE   Bi domdarî Baran ku got "lê hê jî ji bo dosyeyê tiştek nehatiey kirin" bilêv kir ku piştî biryara ATK'ê diviyabû dosye ji nava yên "biryara daîmî" bihata derxistin û lêpirsîn bidomiya. Baran, wiha domand: "Lê çi nivîskî çi jî devkî me gelek caran daxwaza kir, lê tiştek nehat kirin. Ji ber vê me jî di sala 2020'î de bi hinceta binpêkirina mafê jiyanê û nekirina lêpirsîneke çalak serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Wezareta Dadê di nivîsa xwe ya ji bo serlêdana me de îdia kir ku dozger lêpirsîneke baş kiriye. Lê gava em li dosyeyê mêze dikin ku em dibînin bi salan tiştek nehatiye kirin û gumanbarek jî nehatiye tespîtkirin."    ‘TIŞTEK JÊ DERNEYÊ EM Ê SERÎ LI DMME'YÊ BIDIN'   Di berdewamê de Baran anî ziman ku ji ber ku gumanbarên dosyeyê esker in hê di destpêkê de helwesta ji bo dosyeyê nebaş bûye û axaftina xwe wiha qedand: "Ev jî encama polîtîkayeke bêcezatiyê ya dewletê ye. Li holê beyanên cidî yên şahidan hene, dîmen û rapor hene lê dîsa jî lêpirsîneke çalak nehat kirin û dixwazin dosyeyê daxilî yê nava kiryar nediyar bikin û bi demboriyê ser wê bigirin. Êdî tu hêviyek me ji dozger nemaye. Em dixwazin AYM demildest biryarê bide û kêmasî û binpêkirinên di dosyeyê de tespît bike. Ger tu tişt ji AYM'ê dernekeve em ê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin."    MA / Mujdat Can