ÎHD'ê aqûbetên Bayram, Yakar û Toraman pirsîn 2022-11-05 15:08:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windakiriyan û ÎHD'ê li Amed, Êlih û Îzmîrê çalakiya "Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin" lidarxistin. Di çalakiyan de aqûbetên Bayram, Yakar û Toraman ên di dîrokên cuda û bajarên cuda de hatin windakirin hate pirsîn.    Xizmên windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 717’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê li dar xistin. Malbatên ku wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin vê hefteyê aqubeta Mehmet Şîrîn Bayram ê ji sala 1996'an ve windakirî ye pirsîn.    ‘ZEXTA DEWLETÊ YA SÎSTEMATÎK BI SALAN E DIDOME’   Serokê ÎHD’ê Abdûllah Zeytûn, ê ewilî di çalakiyê de axivî, bal kişand li ser zexta dewletê ya sîstematîk ku bi salane berdewam dike û wiha got: “Heta niha me nedîtiye ku li dijî van bûyeran dozek hatiye vekirin û kesek hatiye darizandin. Em li dijî hinek bûyerên ku bi çu qanûn û zagonan nayên îzahkirin re rû bi rû mane. Girtina Şebnem Korûr Fîncanci ya ku ji ber axaftina xwe ya zanistî, girêdayî kîjan qanûnê ye? Zext û girtina li ser çapemeniyê ya mafê xwe yê azadiya raman bi kar tîne girêdayî kîjan qanûnê ye? Astengkirina tedawîya girtiyên nexweş ku li gorî zagonên cîhanê hewce ye werin berdan, kîjan qanûn pênase dike? Lê mixabin Tirkiye di nava hewldana polîtîqayên mafan û azadiyê de nîne. Tiştê ku em pênase dikin mafên gerdûnîne. Hewce ye rayedarên dadwerî jî li gorî vê yekê tevbigerin.”   Zeytûn, li ser rewşa Leyla Gûvenê jî axivî û wiha berdewam kir: “Bêhiqûqiya di xistina parlementeriya Leyla Gûven a ku bi awayekî demokratîk siyaset dikir de dest pê kir, bi cezakirimê berdewam kir. Dadgehê dibêje ku ji ber pêdiviya civakî ceza lê hatiye birîn. Em vê yekê bi kîjan hiqûq û nirxê vebêjin? Ev yek di encama înkarkirina kurdan û paşguhkirina pirsgirêka kurd derdikeve holê.”   ‘EZ HESTIYÊ KURÊ XWE DIXWAZIM’   Pişt re dayika Mehmet Şîrîn Bayram ê di bin çavan de hate windakirin, Remziye Bayram axivî. Bayram, bertek nîşanî bêedaletiya li Tirkiyeyê da û wiha got: “Bi hezaran windabûyî hene û ji wan yek jî Şirînê lawê min e. Ez hetanî îro li pey Şîrîn bûm û çiqas emrê min hebe jî ez ê pey Şirîn bim. Çi sûcê kurê min nebû. Dosyeya lawê min di hemû sazî û rêxistinên dewletê de heye. Çima ranabin û tiştekî ji me re nabêjin? Çima nabêjin me biriye û winda kiriye? Ez hestiyên kurê xwe dixwazim.”   ÇÎROKA BAYRAM HAT XWENDIN   Cîgira Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Ezgî Sila Demîr çîroka Mehmet Şirîn Bayramê ku di sala 1996’an de li Gundê Temira ya navçeya Pasûra Amedê hatiye windakirin xwend. Demîr bi bîr xist ku di sala 1994’an de li Gundê Temira ya navçeya Pasûra Amedê ji aliyê dewletê ve cerdevanî li gundiyan hatiye ferzkirin û wan jî ev yêk qebûl nekiriyê û li ber xwe dan e. Demîr, da zanîn ku pişt re gund hatiye şewitandin û gelek kes koçber bûne û wiha got: “Tenê mamê Mehmed Şirîn Bayram, Îhsan Bayram li hember tevahî zextan jî, ji gundê xwe derneketiye. Piştî 2 salan di mijdara 1996’an de Mehmed Şirîn Bayram dixwaze mamê xwe bibîne û ber bi gund ve diçe. Şev, ji ber ku şer û pevçûn pir in, li mala merivekî xwe dimîne. Wê şevê, saet di 11-12’yan de leşker û cerdevanên gund li ser mala ku Bayram lê mêvan dimîne digirin û Bayram û merivê wan Ramazan Tekîn binçav dikin.”   ‘GEF LI CERDEVANAN JÎ XWARINE’   Demir wiha berdewam kir: “Hevjina Ramazan Tekîn bi lêv dike ku wê 2 cerdevan nas kirine û agahiyê dide mamê Mehmet Şirîn Bayram, Îhsan Bayram. Îhsan Bayram diçe ba cerdevanekî û biraziyê xwe dipirse. Cerdevan jî diyar dike ku wî, Mehmet Şirîn Bayram di qereqola Pasûrê de dîtiye û pê re axiviye, lê çavên Bayram girêdayî bûne. Pişt re qereqola Pasûrê gazî cerdevanê ku ji mamê Mehmet Şirîn Bayram re gotiye min ew ditiye dike, gefa lê dixwin û tûndiyê lê dikin ku ew nebêje min Bayram dîtiye. Tevî serlêdanên malbatê yên ji bo saziyên fermî û lêgerinê, careke din wan ji Mehmet Şirîn Bayram agahî nestandiye. Ev çend sale dayika Remziye li vir diqîre û pirsa lawê xwe dike. Tenê xwesteka wê ev e ku hestiyên lawê xwe bibîne û gorekê jê re çêbike ku li ser bikaribe dûayan bike. Em dixwazin qêrîna Dayîka Remziye bi dawî bibe.”   Daxuyanî bi deqîqeyekî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.   AQUBETA ORHAN YAKAR HATE PIRSÎN   Li Êlihê jî Xizmên Windakiriyan û rêveberên şaxa ÎHD’ê di hefteya 554’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xist û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de aqûbeta Orhan Yakar ê di sala 1996'an de li Stenbolê hate windakirin û careke din agahî jê nehate girtin, hate pirsîn. Rêvebera Şaxa ÎHD'a Êlihê Gulbahar Kaya, diyar kir ku wê pirsîna aqûbeta windayan bidomînin û çiroka Yakar ê hate windakirin xwend.    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû   DI BIN ÇAVAN DE HATE WINDAKIRIN   Şaxa ÎHD’a Îzmîrê û Malbatên Windakiriyan bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li ber Sumerbanka Kevin daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankartên “Windakirî wijdan in lê xwedî derkeve” û “Faîl diyar in windakirî li ku ne” hatin vekirin û wêneyên kesên windakirî hatin hilgirtin. Di daxuyaniya vê hefteyê de aqûbeta Huseyîn Toraman ê di 27'ê cotmeha 1991'an de piştî li Stenbolê hate binçavkirin hate windakirin hate pirsîn. Rêveberê Şaxa ÎHD'ê yê Îzmîrê Ahmet Çîçek ê di daxuyaniyê de axivî, çîroka Toraman ê hate windakirin vegot.