Orbay ji Stenbolê heta Heciya Kurda hat pêşwazîkirin 2022-11-05 13:42:09 AMED - Abdûlhamît Orbay ku piştî 30 salan ji girtigehê derket û serê sibê li balafirgeha Amedê peya bû ji balafirgehê heya gundê xwe ji aliyê xelkê ve hat pêşwazîkirin.    Abdulhamît Orbay ku di Girtîgeha Tekirdagê ya Hejmara 2’yan a Tîpa F’yê de dima, piştî 30 salan ji girtîgehê derket. Orbay ku di sala 1992’yan de li navçeya Bismilê ya Amedê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin, cezayê muebedê (36 sal) lê hatibû birîbû, dûh bi şev ji girtîgehê derker û serê sibê bi balafirê hat balafirgeha Amedê.    Rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Amedê (TUAY-DER) û malbat û heval û dostên wî li balafirgehê pêşwazî li Orbay kirin û dîmenên kêfxweşiyê derketin holê. Orgay û girseya qelebalix ku wî pêşwazî kir, bi karwanê wesayîtan derbasî gundê xwe Heciya Kurdan a bi ser navçeya Bismila Amedê ve bûn.    PÊŞWAZIYA ŞANAZ   Orbay li ser rêya gund, di ketin gund û li ber deriyê mala xwe ji aliyê girseyek qelebalix ve dîsa hat pêşwazîkirin. Li ber deriyê malê jî dîmenên şanaziyê ketin ber objektîfa me. Malbatê û hevalên wî kevok dan destê Orbay û wî jî kevokan berda ango firand.    ‘HETA KU GIRTÎ HEMÛ AZAD NEBIN KÊFXWEŞÎ TUNE YE’    Orbay derbarê berdana xwe de axivî û wiha got: “Her çiqas ez îro ji ber ji zindanê derketime jî ji aliyekî ve kêfxweş im û ji aliyekî ve jî pirr xemgîn im ku hevalên min li girtîgehê man. Heta bi temamî girtî azad nebin kêfxweşî nayê. Ji bo vê pêşwaziya bi heybet spas ji we hemûyan re. Derketina ji girtîgehê hestek cuda ye.”