EMEP’ê ji bo piştevaniyê serdana ajansa me kir 2022-11-05 13:12:30   STENBOL - Hevserokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz, li dijî girtina bi îşkence ya 9 rojnamevanan ji bo piştevaniyê serdana ajansa me kir û banga xwedî derketina li rojnamevanan kir.    Serdanên piştevaniyê yên ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê ku di 29'ê Cotmehê de nûçegihanên wan di çarçoveya lêpirsîneke Enqereyê de hatibûn girtin, didomin. Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, serdana buroya ajansa me ya Stenbolê kir.    Akdenîz, diyar kir ku girtin û binçavkirinên desthilata AKP’ê û MHP’ê yên li dijî rojnamevanan di çarçoveya amadekariyên hilbijartinê de tên kirin û got: “Wisa xuya dike ku desthilat dê heta hilbijartinê welat bi Rewşa Awarte (OHAL) bi rê ve bibe.”   Akdenîz, bi bîr xist ku di demên dawî de 26 rojnamevan hatine girtin û wiha berdewam kir: “Naxwazin rastî bên dîtin. Her êrişa li dijî rojnamevanan astengkirina mafê nûçe wergirtinê ya gel e. Ev operasyon tenê rêxistinên çapemeniyê eleqedar nakin, ev operasyon hemû gel eleqedar dikin. Herkesên ku nan, edalet û azadiyê dixwazin heke ji van operasyonan re hestiyar nebin nikarin hînî heqîqetê bibin. Ji ber vê yekê em bang dikin ku hemû sendika, rêxistinên girseyî yên demokratîk, partiyên mûxalîf xwedî li hevalên me derkevin. Divê hevalên me demildest bên berdan.”   Akdenîz, wê îro piştevaniya xwe bi xebitîna bi nûçegihanên MA’yê re bidomîne.