Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Heke xwesteka me neyê cih em ê biçin ber deriyê rektoriyê 2022-11-05 09:37:45 AMED - Şagirtên Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dicleyê, li dijî biryara rektoriyê ya barkirina fakulteya xwe de çalakiya xwe didomînin û gotin: “Em ne dep û mase ne ku hûn me ji vir bar bikin dereke din. Fikr û ramana me jî bipirsin û heke xwestekên me neyên cih, em ê ber bi rektoriyê ve bimeşin.”      Rektoriya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê ji bo barkirina Fakulteya Hiqûqê daxuyaniyek dabû. Li gorî vê daxuyaniyê, dê cihê fakulteya kevn were valakirin û derbasî cihekî nû bibin. Li dijî guhertina cihê fakûlteya hiqûqê şagirtên beşa hiqûqê bertekên xwe nîşan dan û dest bi çalakiyê kirin. Çalakiya şagirtan, bi dirûşm û hilgirtina dovîzan di roja 5’emîn de berdewam dike. Di heman demê de gelek nûnerên rêxistinên sivîl jî tev li çalakiyê dibin û piştgiriya xwendekaran dikin. Her wiha tabelayên fakulteya kevn ku niha şagirt li ber çalakiyê li dar dixin hatine jêkirin. Xwendekarên çalakî li dar dixin ji ajansa me re axivîn û bertekên xwe anîn ziman.      ‘DIXWAZIN PÊŞTEVANIYA ŞAGIRTAN TÊK BIBIN’   Şagirtê bi navê Firat Kizil diyar kir ku armanca wan xwedî derketina ekola ku hatiye çêkirinê ye û çanda bi salan e berdewam dike ye. Kizil da zanîn ku dixwazin wan bibin avahiya nû ku hê tam ne hatiye çêkirin û qantina wê nedane îhaleyê. Kizil wiha got: “Çalakiya me, li dijî biryara ku piştevaniya şagirtan têk birinê ye. Hetanî em li vir encamekê negirin, em dest ji çalakiya xwe bernadin. Xwediyên vê zanîngehê şagirtin û divê ku her biryara tê girtin, ji fikr û ramana şagirtan jî bê pirsîn. Em wek şagirtên azad, zanîngehekî demokratîk dixwazin û ji bo vê yekê têkoşînê dimeşînin. Em hiqûqnas, heke îro em nekaribin mafên xwe biparêzin, sibê em nikarin mafên kesek din jî biparêzin. Heke em li vir nikaribin xwe bigihînin wê hişmendî û amûrê, em nikarin kêrî gelê xwe jî bên.”    ‘EV TENÊ NE PIRSGIRÊKA ME YE’    Kizil derbarê siberoja çalakiyên xwe de ev tişt gotin: “Ji bo xebatên me pêşniyarên hevalan hene. Pêşniyariyên wek meşa heta ber avahiya rektoriyê, çalakiya bi govendê û çend tiştên din jî hene. Em bi saziyên civaka sivîl re di nava dan û stendinê de ne. Ew jî piştevaniya xwe tînin ziman. Em ji bo tevahî hevalên xwe yên xwendekar re li benda piştevaniyê ne. Ev ne tenê pirsgirêka me ye. Em li dijî windakirina çand û ekola li vir in. Em şagirtên biaqilin û ji ber vê yekê em li vir in. Em dixwazin di fakulteya xwe de bimînin û ji bo hevalên nû tên, vir bihêlin. Em têkoşîna vê didin.”     ‘EV DER XWEDÎ EKOLEKÎ Û ÇANDEKÎ YE’     Yêk ji şagirtê Fakulteya Hiqûqê Baran Emen jî bi lêv kir ku ew ji bo çanda xwe, ji bo pêşeroja xwe li vir in. Emen diyar kir ku di vê fakulteyê de gelek parêzer û siyasetmedarên hêja derketine û got: “Vir ekolek e û çandekî xwe heye, em dixwazin vê yekê biparêzin û li pêş bixin. Em naxwazin derbasî dereke din bibin. Em li dijî vê yekê ne û li vir sekinîne. Em roja destpêkê 20 kes bûn, niha em bûne 200 kes. Em li benda gel, mamoste, saziyên sivîl û hevalên xwe ne. Em ê serbikevin, serkeftin ya me ye. Em dê çalakiya xwe ya rûniştinê bidomînin. Dibe ku em meşekî li dar bixin û çalakiya xwe pêş ve bibin. Ez bang li hevalên xwe ku niha ne li cem me ne, mamosteyên xwe, medyaya civakî û gel dikim. Bila me bibînin û piştevaniya me bikin.”   ‘EM LI DIJÎ BIRYARA REKTOR IN’   Şagirtê bi navê Savaş Onal da zanîn ku armanca wan berdewamkirina çanda ku 40 sal in didome ye. Onal diyar kir ew hewl didin vê kevneşopiya 40 salî ji bo kesên beriya wan ji vir mezûn bûne, yên ku niha û dê di siberojê de mezûn bibin biparêzin û wiha got: “Em li dijî biryara rektor in û ji bo ku em li cihê xwe yên kevn bimînin li ber xwe didin. Ji bo hefteya yekemîn armanca me çalakiya rûniştinê bû. Ji bo pêşerojê jî em ê bi hevalên xwe re biryarekê bidin. Em bang li dekaniya vir û akademisyenên xwe dikin. Heke hewce be bila gel rektor hevdîtinekî bikin û ji bo ku em di avahiya xwe ya kevin de bimînin piştgirî bidin me. Banga min ya din jî, ji bo rektoriyê ye. Barkirina avahiya ku ne ji bo me hatiye çêkirin hem gelekî absurt e û ew avahî têrî me nake. Ji ber ku hejmara me ya polê nêzî 250-300 kesî ne. Polên li wir têrî me nakin. Yêk jî, em li vir ne mase û dep in. Bila hewl nedin ku me wek dep û maseyan bar bikin. Bila nêrînên me bipirsin, dikarin bi me re jî şêwir bikin. Ev biryare pir bi lez hat dayîn û em cefaya vê biryarê jî nakşînin. Em li vir in û benda wan in.”     ‘EM RÊZÊ LI VÊ HEWLDANA 40 SALÎ DIGIRIN’   Gamze Dîşîsaglam jî têkildarî mijarê berteka xwe nîşan da û wiha got: “Ez xwendekara sala yekem a fakulteya hiqûqê me. Li vir dîrok û çandekî 40 salî heye. Cihê ku em ê herin bi tu awayî ne li gorî me ye, hewl didin 250-300 kesî di polên 50-60 kesî de bi cih bikin. Ez difikirim ku ev ne mentiqî ye. Em naxwazin ji vir derkevin. Em rêzê li vê hewldana 40 salî digirin. Yên beriya me ji me re mîrate hiştin, em jî dixwazin ji yên piştî me re mîrate bihêlin.”     Dîşîsaglam wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em plan dikin ku vê hefteyê çalakiya xwe bi rûniştinê pêk bînin. Lê heke daxwaza me pêk neyê em difikirin ku ber bi avahiya rektoriyê ve bimeşin. Em dixwazin mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin. Banga min li akademîsyenên vê fakulteyê û rektoriyê ye. Divê mamosteyên me li pişt me bin. Em dixwazin ku rektor vê biryarê paşde bikişîne. Ji ber ku ev ne biryareke ku tenê ew bi tena serê xwe bide ye. Ev bêhurmetî ye ji ramana bi sedan xwendekaran re.”