ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2022'YAN 2022-11-05 09:00:07     * Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Emran Emekçî ku qedexekirina hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re şiband "Hîle-î Şerriye"yê, got ku tecrîda mûtleq dê bi tifaqa "Rêya Sêyem" a hêzên civakî bê karibe bê şikandin.    * Endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Mirad Bîlgîç destnîşan kir ku divê her kes xwedî li daxwaza ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî derkeve û wiha got: "Divê her kes bibêje li axa ku ez lê dijîm, jiyana ku ez jî parçeyekî wê me bikaranîna çekên kîmyewî qebûl nakim û doza lêkolînkirinê dikim."   * Hevserokên HDP û DBP yên Amedê Zeyyat Ceylan û Hayrettin Altûn ji bo çalakiya "Meşa Mirovahiyê" ku dê li Silopiyayê bê li darxistin bang kirin: “Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî em bi hev re dengê xwe bilind bikin.”   * Bavê Xemgîn Kiçî (Yahya Şen) ku di êrîşên bi çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dabû got: "Ji me re her tim digot, 'Soz be ez ê serê we netewînim.' Serê me netewand. Spas ji bo keda wî. Em pê serbilind in."   * Şagirtên Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dicleyê, li dijî biryara rektoriyê ya barkirina fakulteya xwe de çalakiya xwe didomînin û gotin: “Em ne dep û mase ne ku hûn me ji vir bar bikin dereke din. Fikr û ramana me jî bipirsin û heke xwestekên me neyên cih, em ê ber bi rektoriyê ve bimeşin.”   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaaşar dê di roja 607'emîn de berdewam bike.    * Dayikên Şemiyê dê di hefteya 919’emîn de li aqûbeta windayan bipirsin û daxwaza darizandina kujeran bikin. (12.00)   * Xizmên Windayan û şaxên ÎHD’ê yên Amed, Êlih û Îzmîrê dê çalakiyên heftane “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar bixin. (12.00-14.00)    * Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê dê çalakiya “Rûniştina F” berdewam bike û li ber avahiya xwe daxuyanî bide. Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî dê li Enqereyê çalakiya ji bo girtiyên nexweş bide. (13.30)   * Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wê li ber avahiya Şaxa ÎHD'a Enqereyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.30)   * TJA têkildarî 25’ê Mijdarê Roja li Dijî Tundiya li ser Jinan a Navnetewî li eywanek dawetê ya li Stenbolê dê deklarasyonekê eşkere bike. (14.00) ZINDÎ