Sancar: Desthilat herî zêde ji çapemeniya azad ditirse 2022-11-04 23:18:54   ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar ku di çalakiya 10'emîn salvegera HDP'ê de axivî got: "Ev rejîm, dijminê azadiyan e. Ev desthilat herî zêde ji çapemeniya azad ditirse. Çapemeniya azad, birbiyar e ku kevneşopiya ji Apê Mûsa wergirtiye bidomîne."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê, bi boneya 10'emîn salvegera HDP'ê xwarin da. Xwarin li semta Dîkmenê li restorantekê hat dayîn. Hevserokê Giştî yê HDP'ê, parlementerên partiyê, Rêvebirên Partiya HerêmêN Demokratîk (DBP), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Sendîkaya Tevhiya Teqawidan (Tum Emeklî-Sen), Komeleya 78'an, Anka-Der, Maseya Îslama Demokratîk (DÎM), Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES), Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD), Yekîtiya Mulkiyeyan, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES), Sendîkayê Veguhêzkariyê ya Yekbûyî (BTS), Partiya Kesk û Çep, Partiya Jinûve Damezrandina Sosyalîst (SYKP), Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm-Sen) û Konfederasyona Sendîkayên Karkerên şoreşger (DÎSK) tevlî xwarinê bûn.    'SÛCÊ ŞER DIKIN'   Di çalakiyê de ewilî Hevseroka HDP'a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû axivî. Sînemîllîoglû "darbeya siyasî" ya ku di 4'ê Mijdara 2016'an de li hemberî HDP'ê hat pêkanîn bibîr xist û got: "Em bi gelek derbeyan û zextan re rû bi rû man. Partiyên me gelek caran hatin girtin. Qeyûm tayinî şaredariyên me hatin kirin. Lê em bi vîna gelekî ku serî li ber zilmê û çewisandinan natewîne ji heq van pêvajoyên tarî derketin. Em baş dizanin ku kesên dixwazin bi gritina partiyê û doza kûmpasê ya Kobanê me çavtirsandî bikin, ji siya xwe jî ditirsin. Yên bi ser bikevin dê gelên dest ji nasnameya xwe û azadiya xwe bernadin bi xwe bin. Her ku têk dişikên sûcan dikin."    Sînemîllîoglû bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî jî û got: "Sûcê şer dikin. Ji bo ser sûcê xwe binixumînin, Şebnem Korûr Fîncaciyê girtin ku gotibû 'bila bikaranîna çekên kîmyewî bê vekolandin.' Ew çi qasî di polîtîqayên komkujî û qirkirinê de israr bikin, em ê jî ew qasî aştiyeke birûmet biparêzin."    Hevserokê HDP'a Enqereyê Vezîr PArlak jî bibîr xist ku siyasetmedarên HDP'î bi derbeya siyasî ya 4'ê Mijdarê bi awayekî bêhiqûqî hatine girtin û got: "Em ji vir silavê xwe rê dikin ji bo wan."    Parlak ku got "Berxwedana me, berxwedana parastina mirovahiyê ye" bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve li Başûrê Kurdistanê tên bikaranîn şermezar kir.    Parlementera HDP'ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglûyê jî silav ji rojnamevanên girtî re şand û got: "Çapemeniya azad nayê tepisandin."    'DESTHILAT JI ÇAPEMENIYA AZAD DITIRSE'   Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî destnîşan kir ku di 4'ê Mijdara 2016'an de planên tasfiyekirina hêza herî rêxistinkirî ay têkoşer a li dijî rejîma nû ya sîlsîleya derbeyan hatine pêkanîn û wih got: "Her wiha şertên rewşa Awarte (OHAL) jî didomandin. Avakirina rejîma yekzilamî di 4'ê Mijdarê de lez daye xwe. Tiştên niha diqewimin di pêvajoya avakirina vê rejîmê de tiştine girîng in. Gelek hevrêyên me bi operasyonan hatin binçavkirin û girtin. Hevrêyên em ji wê rojê heya niha girtî ne, lê rejîmê qîma xwe bi vê tenê neanî. Em silavên xwe ji wan hevrêyên xwe re dişînin ku yên bi wê operasyonê dîl hatin girtin û niha li hundir têdikoşin."    Sancar di axaftina xwe de bal kişand ser zextên li ser çapemeniya azad jî û got: "Ev rejîm, dijminê azadiyan e. Niha bi qanûna sansurê hesab dikin ku dê çawa civakê bitepisînin. Ev desthilat herî zêde ji çapemeniya azad ditirse. Lewma avêtin ser buroyên Ajansa Mezopotamya û Jinnewsê û rojnamevan girtin. Aramnca vê tepisandina çapemeniya azad bû. Lê çapemeniya azad, birbiyar e ku kevneşopiya ji Apê Mûsa wergirtiye bidomîne."   Sancar di dawiyê de bal kişand ser têkoşîna hevpar a li dijî zext û çewisandinên desthilatê.    Çalakî piştî axaftina Sancar bi muzîkê û helbestxwendinê bi dawî bû.