Serdanên piştevaniyê yên ji bo MA û Jinnewsê didomin 2022-11-04 18:03:12   ENQERE - Navenda Giştî ya ÎHD'ê û rojnamevanên li Enqereyê serdana Ajansa Mezopotamyayê û Jinnewsê kirin.    Serdanên piştevaniyê yên ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) û Jinnewsê ku di 29'ê Cotmehê de nûçegihanên wan di çarçoveya lêpirsîneke Enqereyê de hatibûn girtin, didomin. Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan û endamên Desteya Rêvebir a Navendî, serdana buroya Enqereyê ya MA û Jinnewsê kirin. Heyet ji aliyê rojnamevan Huseyîn Aykol ve hat pêşwazîkirin.    Nûnerê Sendîkaya Basin-Îşê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ê Enqereyê Tûrgût Dedeoglû û endamên sendîkayê, Komeleya Rojnamevanên Hevdem (ÇHD), ji komeleya KAOS GL'yê Yildiz Tar, endamên Rojnameya Alinteriyê û rojnamevanên li bajêr jî ji bo piştevaniyê serdana MA û Jinnewsê kirin. Her wiha Serokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) Bahadir Berdîcîoglû û rêvebirên sendîkayê jî serdana nûçegihanên MA û Jinnewsê kirin û li dijî êrişan peyama piştevaniyê ragihandin.